​​​​​​​Nûrî Mehmûd: Divê gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî were birêxistinkirin

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Dîlan Eşref de berdevkê YPG′ê Nûrî Mehmûd bal kişand ser girîngiya birêxistinkirina gelên herêmê li gorî prensîbên şerê gel ê şoreşgerî da ku li dijî êrişan xwe biparêzin.

​​​​​​​Nûrî Mehmûd: Divê gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî were birêxistinkirin
4 mijdar, 2022   12:48
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên leşkerî û sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî berê xwe da konê sersaxiyê yê gerîlaya HPG′ê Dîlan Eşref (Xwînda Dilbirîn). Şeîhd Xwînda di 17′ê Hezîrana 2022′yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd a li kolana Kebabe ya li taxa Nasîre ya Hesekê hate vegirtin.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serêkaniyê Xelîl Moro axivî û sersaxî da malbata şehîdê. Moro got: "Gerîlayên HPG′ê bi berxwedana xwe ya efsanewî û têkoşîna xwe di dirêjahiya salên borî de li hember çekên kîmyewî, teknîka nûjen û pêşketî sekinîn."

Moro wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dê gelên herêmê destekê bidin berxwedana gerîla û li kêleka zarokên xwe bisekinin.”

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Idrîs Oso wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Kurdistanê bi rêya êrişên xwe û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê qirkirinê pêk tîne."

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Hesekê Ferhan Dawûd bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Armanca dagirkeriya Tirk planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne û li ser hesabê gelê me qezenc bike."

Dawûd wiha domand: "Lê gerîla li hember tevahî planên dagirkirinê sekinîn û ji bo doza azad û pêkanîna azadiya gelên bindest û garantiya mafên wan, şer dikin."

Ferhan Dawûd bang li gelên herêmê kir ku refên xwe bikin yek û li kêleka hêzên leşkerî bisekinin.

Her wiha berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd got dewleta Tirk a dagirker li hember bêdengiya navneteweyî, çekên kîmyewî, gazên jehrî bi kar tîne.

Mehmûd wiha axivî: "Berxwedana gerîla û bi rêxistinkirina gelên herêmê li gorî prensîbên şerê gel ê şoreşgerî planên dijmin ên dagirkirina herêmê têk birin."

Her wiha Mehmûd îşaret bi pêwîstiya sekna li kêleka hêzên leşkerî kir û wiha anî ziman: "Divê em bi doza xwe ji bo pêkanîna serkeftinê bawer bin. Ji ber ku ji bilî serkeftinê em tiştekî qebûl nakin."

Nûrî Mehmûd wiha dawî li gotina xwe anî: "Em li hember êrişên dagirkeriya Tirk destgirêdayî namînin, lê belê parastina gelên herêmê û peydakirina jiyaneke azad û birûmet erka li ser milê me ye."

Merasîm bi pêşandana sînevîzyoneke li ser bîranînên şehîd Dîlan bi dawî bû.

(fr)

ANHA