​​​​​​​20 ciwan tev li gerîla bûn

Ji bo hilanîna tola 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, 20 ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li nava refên gerîla bûn.

​​​​​​​20 ciwan tev li gerîla bûn
4 mijdar, 2022   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 ciwan ji bo hilanîna tola 17 gerîlayên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, tev li nava refên gerîla bûn.

Ciwanan bi daxuyaniyekê banga tevlêbûnê kir û wiha got:

“Dewleta Tirk a faşîst li hember hevrêyên me yên ku keç û xortên vî gelî ne komkujiyekî hovane pêk anî, di vê komkujiyê de çekên nukleer û kîmyawî hat bikaranîn. Ev yek li pêş çavên her kesî pêk hat û di encamê de 17 şoreşgerên qehreman ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gihîştin şehadetê. Armanca van êrişan ne tenê tunekirina şoreşgerên vî gelî ne, armanca wan şikandina vîna gelên berxwedêr û azadîxwaz e yên ku li hemberî dagirkeriya wana li heremê dibin asteng û qebûl nakin. Her wiha armanca wan qirkirina gel e.

Ev 17 hevalên ku bi çekên kîmyawî şehîd ketine praniya wan di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Rojavayê Kurdistanê, ji Kobanê heya Baxozê cih girtine, şerkirine û birîndar bûne. Koalîsyona ku li dijî DAIŞ'ê ava bûye ew jî dizane ku PKK’ê heya niha bi hezaran fermendar û şervanên xwe di şerê li beramberî DAIŞ'ê de li Sûriye û Iraqê şehîd dane. Emerîka û Ewropa jî baş dizanin ku kê çeteyên DAIŞ'ê têk bir û kê sînorên xwe ji DAIŞ'ê re vekiriye.

Îro jî em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî ew kesên ku DAIŞ têk birine dixwazin tola DAIŞ'ê hilînin, ev yek jî bi alîkariya NATO û dezgehên wê tê pêkanîn. Li aliyekî koalîsyona li dijî çeteyan ava dikin û li aliyekî din jî dewleta çete ya Tirk piştgirî dikin, ev dûrûbûnek mezin e. Di dîroka 18 Cotmehê de dîmenê 2 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî bandor bûne û li ber şehadetê ne hat weşandin.

Em wek ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî vê kiryarê bêdeng namînin, bêdeng mayîn şirîkbûna komkujiya ne, tiştên ku me nekiriye em ê ji vir û şûnde bikin. 17 hevrê û hevalên me di vê êrişa hovane de şehîd bûn em niha li şûna 17 hevalan bi 20 ciwan û jinên ciwan ên ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê çekên van hevalan radikin û tevlî nava refên gerîla dibin.

Bila herkes bizanibe ku di Kurdistanê de nifşê qehremanan naqede, heya ku yek ciwanekî bi rûmet bimîne wê ev têkoşîn dewam bike û bi ser bikeve. Tekane rêya ku em bikaribin li şehîdan xwedî derkevin ew e ku em çeka wan rakin û ala wan rakiriye bilindtir bikin. Di demeke wekî niha de tevlîbûna nava refên PKK’ê bûye erka xwe yê mirovatî li beramberî şehîdan pêk anîn e. Bangewaziya me ji bo gelê me yê qehreman bi teybet jî ji bo ciwan û jinên ciwan re heye.

Werin tev li cenga azadiyê bibin, werin li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin, werin li şehîdên xwe xwedî derkevin, werin tev li pêngava serkeftinê bibin, werin tev li nava refên gerîla bibin."