Di merasîma xiyabî ya şehîd Dîlan Eşref de: Em ê heta serkeftinê tê bikoşin

Bi sedan şêniyên Hesekê yên beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Dîlan Eşref (Xwînda Dilbirîn) bûn, soz da malbata şehîd ku ew ê heta serkeftinê li ser şopa şehîdan bin û li dijî dijminan bisekinin.

3 mijdar, 2022   12:36
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê û beşdarî merasîma xiyabî ya ji bo gerîlaya HPG′ê Dîlan Eşref (Xwînda Dilbirîn) bûn ku di 17′ê Hezîrana 2022′yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Li wir endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Hesekê îşaret bi berxwedana YJA-Starê û HPG′ê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker kir û wiha got: "Tu kes nikare li pêş vîn û hêza jinên azad ku di oxira azadî û rûmeta gelê xwe de tê dikoşin, bisekine."

Zozan bang li gelên li Kurdistanê kir ku li ber xwe bidin û wiha domand: "Dijmin nikare me têk bibe yan jî vîna me bişikîne. Ji ber ku em xwe dispêrin fikir û felsefeya rêber Ocalan. Em ê heta serkeftinê li ser şopa şehîdan bin."

Ji fermandarên YPJ′ê Dilbirîn Kobanê jî got: "Dijmin nikare vîna hêzên me yên leşkerî yan jî vîna neteweya demokratîk bi rêya êrişên wê yên hovane bişikîne û nikare li hember fedaiyên vî welatî bisekine. Em ê bi hevgirtin û berxwedana xwe gel û vê xakê biparêzin."

Her wiha bavê şehîd Dîlan, Mihemed Eşref jî teqezî bi berxwedan û têkoşîna li hember dijmin û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê kir.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA