​​​​​​​Bîlançoya mehekê ya êrişên li ser Minbicê

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di Cotmehê de gundewarên Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi 65 topan hatiye topbarankirin û di encamê de zirarên madî çêbûne.

​​​​​​​Bîlançoya mehekê ya êrişên li ser Minbicê
2 mijdar, 2022   10:02
 MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi rêya malpera xwe ya fermî bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarê Minbicê yên di meha Cotmeha 2022`yan de eşkere kir.

Li gorî meclisê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 11 gundên rojavayê Minbicê; Ewn Dadat, Farat, Kawiklî, Bozgêj, Ziyabat, Ereb Hesen, Muhsinlî, Seyade, Masî û Dendeniye topbaran kirine.

Navendê da zanîn 65 topên hewanê li gundên navborî ketine.

Her wiha destnîşan kir ku di encama topbarana ji baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, zirarên mezin gihaştine milkên welatiyên gundên Yaşilî, Toxar Kebîr, Beldeq û Şêx Nasir.

Navendê bi bîlançoyê re hin dîmen jî belav kirin ku topbarana li dijî gundên Minbicê û zirarên ku çêbûne belge dikin.

(cx)