Balafirên şer deverên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker herêma Berwarî Bala ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Balafirên şer deverên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
2 mijdar, 2022   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Dêra ya herêma Berwarî Bala ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê ye, bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku cihê hatî bombebarankirin, nêzî cihê niştecihbûna welatiyan e.