​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-11-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-11-2022`YAN
1 mijdar, 2022   23:00

Şêniyên Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma Azadiya serok azadiya me ye, ji çerxerêya Sonî ya rojhilatê Qamişlo heta Seken Şebabî li rojavayê bajêr dimeşin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnas Xalid Cebir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi şidandina tecrîda li ser Rêber Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, danezana mafên mirovan a cîhanê û lihevkirina navneteweyî ya têkildarî mafên sivîl û siyasî binpê kiriye, lewma divê li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bê darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û rojnamevanekî ji Sûriyê got, di çarçoveya hewldanên herdu aliyan de yên ji bo lihevkirinekê ku bikeve xizmeta armancên wan ên hundir û derve, ne dûr e hikumeta Şamê herêmên dagirkirî radestî dewleta Tirk bike.

Koçberên Efrînê diyar dikin ku siyasetên birçîkirinê ku hikumeta Şamê li dijî wan bi kar tîne, nikarin israra wan berxwedan û têkoşînê têk bibin. Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso got dorpêça li ser Şehbayê encama lihevkirina dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Silêman Ereb da zanîn ku dê di qonaxa bê de pergaleke nû ji bo şaredariyan deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kurd û Erebên li Minbicê da zanîn ku ew amade ne li dijî êrişan di yek xendekê de li kêlek Meclisa Leşkerî ya Minbicê herêma xwe biparêzin.

JIN

Çalakvana ji Iraqê û gerînendeya rêxistina Embraced Women Dua Gazî destnîşan kir ku serhildana bi pêşengiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê, ber bi rizgariya ji rejîma Îranê ve diçe.

ÇAND Û HUNER

Derhêner Dêrsim Zêrevan qala serpêhatiya fîlmê ‘Nameyên Ji Şengalê’ kir ku dê di salvegera rizgarkirina Şengalê de bê weşandin û anî ziman ku armanca wan gihandina peyam û rastiya berxwedana şervanan û civaka Şengalê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA