Komeleya Tiba Edlî ya Almanyayê xwest Şebnem Fîncanci tavilê bê berdan

Komeleya Tiba Edlî ya Almanyayê nerazîbûn nîşanî girtina Prof. Şebnem Korur Fîncanci da û xwest der barê îhtîmaleke binpêkirina qedexeya çekên kîmyewî de lêpirsînek serbixwe bê kirin.

Komeleya Tiba Edlî ya Almanyayê xwest Şebnem Fîncanci tavilê bê berdan
1 mijdar, 2022   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya nivîskî ya komeleyê de hat ragihandin ku girtina  Şebnem Fîncanci piştî daxuyaniyên wê yên ku gotibû dibe ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye, bûye sedema guman û hêrseke mezin û hat destnîşankirin ku daxuyaniyên Şebnem Fîncancî di çarçoveya prensîbên bingehîn ên azadiya raman û tiba edlî de ne.

Di daxuyaniya komeleyê de hat gotin, "Di vê çarçoveyê de em dixwazin ku Profesor Şebnem Korur Fîncanci demildest bê berdan û em piştgirî didin daxwaza lêkolîneke serbixwe ya berfireh a derbarê binpêkirina qedexeya çekên kîmyewî de."