Têkildarî sûcên şer ên dewleta dagirker belgeyên nû

Ajansa Nûçeyan a Firatê ji qadên Kurejahro û Werxelê du dîmenên nû bi dest xistin. Tê de xuya dike çawa artêşa Tirk a dagirker bombeyên qedexekirî û gazên jehrê bi ser tunelan de dibarîne.

Têkildarî sûcên şer ên dewleta dagirker belgeyên nû
31 cotmeh, 2022   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk di salên 2021 û 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek êrîşên kîmyewî kiribû. Di van êrîşan de 90 gerîla şehîd bûbûn. Heta niha bi gelek dîmen û belgeyan hate îspatkirin ku dewleta Tirk bombeyên qedexe û gazên kîmyewî bi kar aniye.

ANF`ê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê dîmenên nû parve kirin. Ev dîmen careke din dide nîşan dide ku dewleta Tirk sûcê şer dike.

Ev dîmena pêşîn li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê ye. Dîrok 25’ê Gulana 2022’an. Sê rojan bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî teqîn û êrîş hatibû kirin. Di van êrîş û teqînan de 6 gerîlayên azadiyê şehîd bûbûn.

Dîmenê duyemîn jî Qada Werxelê ya Avaşînê ye. Di vê êrîşê de jî Baz Mordem (Mehmet Can Evren) û Helbest Koçerîn (Kevser Ete) şehîd bûbûn.

Di dîmenan de tê dîtin ku artêşa Tirk agir bi maddeyên kîmyewî dixe û jehra kîmyewî ber bi tunelan ve dişîne. Ev maddeyên kîmyewî bi saetan dişewitin û dûmaneke jehrî derdixînin.