​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê salvegera damezrandina xwe pîro kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 9′an şahiyek li dikeya Şehîd Musena Ebdulkerîm li dar xist.

30 cotmeh, 2022   14:00
TEBQA

Di şahiyê de nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Tebqa, meclisên leşkerî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîran amade bûn.

Di şahiyê de Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco  ev bone li Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir ku di oxira welat de canê xwe da.

Heco wiha got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şev û roj da ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ewlehî û îstîqrarê de bijî, xebitî."

Heco wiha domand: "Qedra bilind ji şehên herêmê û malbatên wan re ye ku îsrar û vîna xwe îsbat kir. Ji ber ku hêzên dijber li hember têkçûna projeya neteweya demokratîk şert danîn bûn. Lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên mezin pêk anîn."

Efserê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen pesna fedekariyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî mezintirîn rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst da û got hîna ew hêz di oxira parastina destkeftiyên herêmê de canê xwe didin.

Hesen wiha got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên wê di pêşxistina rêxistinbûyîna saziyên xwe de ji bo ewlehî û îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin."

Di şahiyê de sînevîzyonek li ser xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên par û destkeftiyên wan hate pêşandan, her wiha komên hunerî ji Reqa û Tebqayê stranên Kurdî û Erebî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn xelat li saziyên xwe yên ewlehiyê belav kirin.

(fr)

 ANHA