Ji YPGʹê çalakiyên bersivdayînê: 13 dagirker hatin kuştin

YPGʹê ragihand ku di encama çalakiyên bersivdayinê yên hêzên wan de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 9 çete hatin kuştin, her wiha seyareyek, çekek A-4 û çekek bombeavêj hatin ruxandin. 

Ji YPGʹê çalakiyên bersivdayînê: 13 dagirker hatin kuştin
30 cotmeh, 2022   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPGʹê têkildarî çalakiyên wan ên bersivdayînê yên rojên 23- 27ʹê Cotmehê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

ʹʹÊrişên artêşa Tirk a dagirker li hember heremên me bi dijwarî berdewam dikin. Di gelek êrişan de gelê me tê hedefgirtin, şehîd û birîndarên sivîl çêdibin. Her wiha di van êrişan de gelê me rastî zirarên madî tên. Artêşa  Tirk a dagirker di êrişên xwe de tu quralên şer nas nake. Li hember van êrişên hovane em di çarçoveya parastina rewa de, gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe di bin her şert û mercan de diparêzin. 

Di vê çarçoveyê de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker di rojên 23 û 27’ê Cotmehê de, li heremên dagirkirî çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 9 çete hatin kuştin. Di van çalakiyan de her wiha seyareyek, çekek A-4 û çekek bombeavêj hatin ruxandin.  

Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayinê wê berdewam bikin.ʹʹ