Li Dêrazorê 2 çete hatin kuştin, 2 jî hatin girtin

QSD`ê tekez kir ku 2 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatine kuştin, 2 çeteyên din jî ku plana hedefgirtina welatiyên Dêrazorê dikirin, hatine girtin.

Li Dêrazorê 2 çete hatin kuştin, 2 jî hatin girtin
30 cotmeh, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona ku hêzên wan li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê pêk aniye nûçeyek belav kir. Tê de wiha got:

“Hêzên me, pêncşemê (27`ê Cotmehê) li gundê Loziyê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê li diîj şaneyeke atkîv a rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst, operasyoneke taybet li dar xist. Wê şaneyê plana hedefgirtina sivîlan û belavkirina terorê li herêmê dikir.

Hêzên em, endamên şaneyên li cihê xwe lê veşartibûn dorpêç kirin, bang li wan kirin ku xwe radest bikin, lê belê wan red kir. Li ser wê yekê di navbera hêzên me û terorîstan de şer derket. Di encamê de 2 terorîst hatin kuştin, 2 jî hatin girtin. Her wiha dabanceyek, çekeke Klaşînkov, bombeyeke destan û miqdareke pereyên biyanî (dolar) yên bi wan re desteser kirin.

Dê hêzên me şopandina bermahiyên DAIŞ`ê rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li her cihî dewam bike. Dê nehêlin kes ewlehî û istiqrara herêmên em xirab bike, ku di oxira parastina wê de me gelek ciwanên xwe feda kirin.”