Li Dêrikê 157 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Li Dêrikê 157 cangoriyên azadiyê yên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn.

Li Dêrikê 157 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
29 cotmeh, 2022   11:53
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê merasîmê bîranîna 158 şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê li dar xist. Merasîm bi beşdarbûna şêniyên herêmên Dêrikê û herêmên Berav û Koçerat beşdarî li navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li Dêrikê hat lidarixstin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê meclisa PYDʹê ya Dêrik Rûbar Ehmed axivî û li ser fedekariyên şehîdan got: "Ji destpêka avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê ji gelên bindest re têkoşîn tê kirin û di oxira wê de fedekarî hatin dayîn."

Rûber Ehmed diyar kir ku armanca şehîdan parastina gelan û nasnameyan e û banga xurtkirina têkoşîna li ser xeta şehîdan heta misogerkirina serkeftinê kir.

Piştî axaftinan, nasnameyên 157 şehîdan hatin xwendin.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA