​​​​​​​Dayikên şehîdan: Em bingeha têkoşîna xwe ji xeta şehîd Bêrîtan digirin

Dayikên şehîdan diyar kirin wan bingehê berxwedan û têkoşîna xwe ji berxwedana şehîd Bêrîtan girtine û got: "Berxwedana şehîd Bêrîtan ji bo jinan mîrateyek e."

​​​​​​​Dayikên şehîdan: Em bingeha têkoşîna xwe ji xeta şehîd Bêrîtan digirin
28 cotmeh, 2022   23:38
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Di 25ʹê Cotmeha 1992ʹyan de, di şerê xiyanetê yê ku PDKʹê bi beşdarbûna dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê pêk anî bû de, şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) heta guleya dawî li ber xwe da û ji bo ku dîl nekeve destê xayînan xwe ji çiyayekî avêt û şehîd bû.

ʹEM ŞOPDARÊN XETA BÊRÎTAN INʹ

Henîfe Hesen dayika Mehmûd Nezîr Mihemed (Leheng) e yê ku sala 1991ʹan de tev li refên gerîla bûn û di sala 1994ʹan şehîd bû, her wiha xwişka Şêxmûs Seîd Hesen (Cembelî) ye yê ku sala 1989ʹan tev li refên gerîla bû û di sala 1998ʹan de li çiyayê Kurdistanê şehîd bû. Henîfe Hesen peyamek ku kurê wê jê re şandibû bi bîr tîne û dibêje: "Di peyamê de wiha dibêje; têkoşer Bêrîtan heta dilopa dawî şer kir û teslîm nebû û bi lehengî şehîd bû. Ji ber vê yekê em ê heta şehadetê li ser şopa wê bin. Çavê tevahî cîhanê li me ye, em li ber xwe didin, şer dikin û bi hemû hêza xwe Kurdistanê biparêzin."

Henîfe Hesen anî ziman ku Kurdistanê bang li gelê xwe dike ku wê biparêzin. Her wiha bal kişand ser çekên kîmyewî yên qedexekirî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla bi kar tîne û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê yekê û wiha domand: " Çima ewqasî bêdengî heye. Sûcên wê hemû pîvanên hiqûqî, exlaqî û mirovî derbas kirine."

Henîfe Hesen îşaret bi xiyaneta PDKʹê ya sala 1992ʹyan û berxwedana şehîd Bêrîtan jî kir û got: "Berxwedana şehîd Bêrîtan a ku qebûl nekir xwe rast bide, peyamek ji tevahî jinên cîhanê re ye ku xwe radestî dijmin nekin. Heta roja me ya îro PDKʹê xiyanetê li doza kurdî didomîne."

Henîfe Hesen diyar kir ku mayîna PDKʹê heta niha bi hebûna tevgera rizgariya Kurdistanê ve girêdayî ye û diyar kir ku tevgera rizgariya Kurdistanê li şûna PDKʹê ya ku xeta xiyanetê hilbijartiye, Başûrê Kurdistanê diparêze.

QONAXEKE NÛ YA TÊKOŞÎNA TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ

Dayika Delîl Delîl yê ku di sala 2014ʹan de li Rojava şehîd bû û hevjîna birayê du gerîlayan (Şepla û Mihdî Şêxmûs) yê ku di salê 90ʹî de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn, Şaha Emîn Hesarî têkildarî  şehadeta Bêrîtan ev tişt anî ziman: "Şehîd Bêrîtan qonaxeke nû ya têkoşînê di tevgera rizgariya Kurdistanê de da destpêkirin. Bêrîtana leheng di kesayeta xwe de fermandarî û rastiya dîroka jina Kurdistanê nîşan da."

Şaha Hesarî diyar kir ku berxwedana şehîd Bêrîtan bûye mîratyeke ku bi hezaran jinên berxwedêr ji xwe re kirine bingeh û hemû cûre teslîmkarî û serîtewandin red dikin.

Şaha Hesarî  di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xiyaneta PDKʹê û got: " PDKʹê dev ji xeta xiyanetê bernedaye. Erişên bê navber ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca têkbirina Kurdan û lihevkirinên PDKʹê bi dagirekran re li dijî Kurdan îsbata vê yekê."

ANHA