​​​​​​​Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke nû hate kirin

 Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

​​​​​​​Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke nû hate kirin
28 cotmeh, 2022   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Birayê rêber Abdullah Ocalan ku ev nêzê du sal in tu agahî jê nayê girtin, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û birayê girtiyên din Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komara Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmariyê jî dan.

Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdanê dikin. Lê serlêdan bi awayek sîstematîk bê bersiv tên hiştin. Di hin rewşan de piştî bi mehan, ji parêzeran re weke hincet dibêjin ku cezayê disîplînê dayine rêber Ocalan.