Hind El Dawî: Ukrayna wê ne qada dawî ya şer be

Nivîskar Hind El Dawî anî got dibe ku di dema bê de şerê di navbera Rûsya û hêzên rojavayî de gur bibe û veguhere şerekî nukleer. Hind El Dawî got "Ukrayna dê ne qada dawîn a şer be."

Hind El Dawî: Ukrayna wê ne qada dawî ya şer be
28 cotmeh, 2022   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerê di navbera hêzên Ukraynayê ku desteka xwe ji NATOʹyê digire û Rûsyayê de dewam dike. Rûsya hewl dide herêmên nû tev li xaka xwe bike û îşaretê bi nukleera teknîkî, qutkirina gazê li ser Ewropayê û xurtkirina têkiliyan bi dewletên Rojhilata Navîn û Asyayê re dike. Li aliyekî din hêzên rojavayî hewl didin bi rêya birîna cezayan û vekirina depoyên çekan li hemberî artêşa Ukraynayê û xistina îstîxbaratên Amerîka û Brîtanyayê xizmeta Kîevê xeyalên Rûsyayê sînordar bike.

ŞERÊ RASTERAST

/kr/uploads/files/2022/10/27/180017_.webp

Girêdayê mijarê nivîskara kar û barên siyasî û nakokiyên herêmî û navneteweyî Hind El Dawî ji ANHAʹyê re axivî.

Hind El Dawî bal kişand ser perwerdeyên nukleerî yên dawîn ên NATOʹyê ku 17ʹê Cotmehê dest pê kirin û dê heta 30ʹê heman mehê dewam bikin û got: "Perwerdeyên nukleerî yên NATOʹyê yên vê dawiyê gelekî normal in, nemaze ku asta şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê-NAOTʹyê de bilind bû. Veguhastina çekan û perwerdeyên leşkerî yên ku artêşa Ukraynayê dîtine, bi rêya hêzên NATO’yê û şêwirmendên wê pêk hatin. Di encamê de şer xeteke din girtiye ku îhtîmal heye ku veguhere şerekî rasterast e. Pûtîn ragihand ku heke Rûsya rastî xetereyekê were, dê pergala nukleerî ji bo parastina neteweya Rûsyayê li pêş be. Ji ber vê yekê normal e em perwerdeyên nukleerî yên her du aliyan; Rûsya û rojava bibînin, nemaze ku di dema dawî de axaftin li ser bikaranîna bombeyên nukleerî yên taktîk hebûn û îhtîmala bikaranîna wan ne dûr e. Heya niha ev şer wekî şerê Rûsya-Ukraynayê tê wesifkirin, lê eger şaşiyek çêbe em ê şerê Rûsya û NATOʹyê bibînin.”

Di çend rojên dawîn de peywendiyên leşkerî li ser asteke payebilind di navbera wezaretên parastinê yên DYA, Fransa, Brîtanya û dewleta Tirk de çêbûn. Hate ragihandin ku Moskov hişyarî da wan dewletan ku Kîevê xwe amade dike ku "bombeya qirêjî" bi kar bîne. DYA, Fransa û Brîtanyayê roja yekşemê îdiayên Rûsyayê yên ku dê Ukraynayê "bombeyên qirêjî" bi kar bînin, derewandin.

Li gorî raporan, aliyên nakok hîna hemû kaxezên xwe yên zextê bi kar neanîne da ku her aliyek rê li ber dîplomasiyê veke. Nivîskar Hind El Dawî got: "Her du alî xwedî gelek kaxezên zextê ne, ji ber ku em behsa hêzên mezin dikin ku hêza wan li hemû dewletên cîhanê hene, her wiha xwedî enerjî û dewlemendî ne û desthilat û serweriya wan li ser rêyên avê û satelaytan (peyk) jî hene."

Hind El Dawî wiha domand: "Ji ber ku rewş hîna ne aram e. Şerekî dem bi dem heye. Her wiha êrişên dijber ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hene. Di encamê de ferzkirina qanûnan li gorî siyaseta Rûsyayê ya li van herêman tê meşandin, tevî ku bi rêya referandumê biryara li ser van herêman hebû ku tev li Rûsyayê werin kirin. Ji ber ku ev nayê wateya ku ev herêm ji bo Rûsyayê hatine çareserkirin. Dibe ku ev herêm di dema bê de ji aliyê hêzên Ukraynayê ve û bi desteka NATOʹyê rastî çalakiyên sîstematîk werin."

Têkildarî îhtîmalên lihevkirinê di navbera her du aliyan de û bidawîkirina şer, nivîskar Hind El Dawî ev tişt anî ziman: "Bawer nakim ku tu alî ji diyalogan re amade bin. Heta niha tu serkeftin an jî binkeftina tu aliyekî tune ye. Di encamê de bawer nakim ku dê rewş bigihêje diyalogan, nemaze ku beriya Nîsana borî derfetên diyalogan pir bûn û dikaribû pabendî Peymana Mînskê bibûna û Ukraynayeke bêalî dûr ji NATOʹyê û heta ji Rûsyayê jî dûr bihata avakirin. Lê ev fikir nehat qebûkirin, bi taybet ji aliyê hevpeymana rojava ve. Ji roja yekem a operasyona leşkerî ya Rûsyayê ve seferberiyeke leşkerî ya bihêz hebû û behsa çeteyan dihat kirin ku ji bo piştgiriya artêşa Ukraynayê tên perwerdekirin.

Hizira çareseriyê ne di rojeva ajandeyên rojava de bû. Rûsya vê yekê dizane û niha girîngiyê dide serkeftina meydanî, ji ber dibîne ku divê serkeftina leşkerî pêk bîne. Di dema heyî de rêya çareseriyê girtî ye, dibe ku di demeke nêzî de venebe, ji ber ku şer ne bi Ukraynayê re ye wekî ku min bi bîr xst, lê şer ji bo guhertina sîstema cîhanî ye ku dê bi salan dirêj bike. Ukraynaya wê ne qada dawî ya şerê di navbera baregeha kevn a bi serokatiya DYAʹyê û hêzên nû derketine yên ku ji dema borî hatine (Rûsya) de ye. Ji wê zêdetir dibe ku piştî damezrandina desthilatdariya Xi li ser rejîma komunîst Çîn û stratejiya wê, dikare biryarên girîng bide ku dê pêvajoya krîz û şerê di navbera Rûsya û rojava de biguhere. Eger Çînê biryara derbasbûna Taywanê bide texmîn dikim ku wê demê wê şer li gelek aliyan be û wê zexteke mezin li ser hemû aliyan hebe da ku sîstema cîhanê li gorî guhertinên navneteweyî were guhertin."

‘HERÎ ZÊDE DÊ EWROPAYÊ ZIRARÊ BIBÎNE’

li ser sedem û encamên têkiliyên parastinê yên di navbera Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û wezîrên Washington, Parîs, London û Enqereyê de, nemaze piştî axaftina Rûsyayê ya li ser niyeta Ukraynayê ya bikaranîna "bombeyeke qirêj" li dijî Rûsyayê, nivîskara rojnamevanî ya pispor di kar û barên siyasî û nakokiyên herêmî û navneteweyî de Hind El Dawî got: "Pewendiyên ku di navbera wezîrên parastinê yên NATO (Amerîka, Brîtanya, Fransa û Tirkiyê) û wezîrê parastinê yê Rûsyayê de çêbûne, di vê qonaxê de, normal in. Kes naxwaze bigihîje qonaxa şerê nukleerî, ger bombeyek taktîkî ji hêla aliyek ve were bikaranîn. Niyet hene ku Pûtîn wekî Hetler nîşan bidin da ku fikra bêalîbûnê ku piraniya dewletên Rojhilata Navîn pêk tînin, bi taybetî dewletên xwe petrolê, her wiha Hindistan û Pakistan, ji holê rake. Her wiha baregeheke heye dixwaze fikra bêalîbûnê tune bike. Ji bo vê yekê ji bilî nîşandana Pûtîn wekî Hetler tu rêyên din tune ne. Fikra ku Pûtîn çekên nukleerî bi kar bîne mumkin e. Ji xwe serokê berê yê Rûsya gotibû ku heger Rûsya bi aştî nejî, girîngiya cîhanê çi ye."

Hind El Dawî di dawiyê de got: "Eger Moskov û Washingtonê û pê re jî Londonê berê xwe da rageşiyê, bi nêrîna min herî zêde dê Yekitiya Ewropayê ji ber şer ziyanê bibîne. Di encamê de dê Tirkiye ziyaneke mezin bibîne, ji ber ku qada mezin a şer Deryaya Reş e ku bandorê li qada aktîf a Tirkiyê û tevgera bazirganî û aborî ya Tirkiyê dike. Washington vî şerî dixwaze da ku Rûsyayê lawaz bike, di heman demê de ev şer ji bo Rûsyayê jî girîng e, da ku mîna serdema Yekitiya Sovetê cihê xwe di qada navneteweyî de vegerîne û hizra yekqutibî bi dawî bike. Lê Almanya, Fransa û Tirkiye hewl didin şer kêm bikin, ji ber ku ew zêdetir ziyanê dibînin."

ANHA