Yekitiya Bijîşkên Pîşesaz a Helebê yekemîn konferansa xwe li dar xist

Bi diruşma "Bi yekitiyê em ê civakeke tendurist ava bikin" Yekitiya Bijîşkên Pîşesaz bi hevkariya saziyên civaka sivîl konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist.

Yekitiya Bijîşkên Pîşesaz a Helebê yekemîn konferansa xwe li dar xist
26 cotmeh, 2022   14:08
HELEB

Bi hevkariya saziyên civaka sivîl Yekitiya Bijîşkên Pîşesaz a Helebê konferansa xwe yekemîn piştî du rojan ji lidarxistina konferansa Yekitiya Dermansazan, li dar xist.

Di konferansa ku li Kafeterya Telê ya Helebê ya li rojhilatê Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar ketiye de, bi dehan hemşîreyên taxê û Nexweşxaneya Xalid Fecir, nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên sivîl amade bûn.

GIRÎNGIYA GAVÊ Û ROLA BEŞA TIBÎ

/ar/uploads/files/2022/10/26/132704_rwkan-ahmd.webp

Di konferansê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed îşaret bi girîngiya lidarxistina konferansê kir û wiha got: "Konferansa Yekitiya Dermansazan beriya du rojan li dar ket û îro jî konferansa Yekitiya Bijîşkên Pîşesaz hate lidarixstin, ev gav ji bo me pir girîng in."

Rûken Ehmed wiha got: "Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Rojava cihên girîng û bilind digirin, ji ber ew destpêka destpêkirina şerê gel ê şoreşgerî bûn, ji ber li hember êrişên çeteyan û siyaseta hikumeta Şamê li ber xwe da."

Rûken Ehmed li ser girîngiya rola beşa tibî di vê qonaxê de wiha pê de çû: "Mîna rola leşkerî, siyasetmedar û dîplomatekî/ê di şoreşa niha de girîng e, rola beşa tibî jî girîng e û hemû beş hev du temam dikin. Rastiya tib ne tenê dermankirina nexweş e, lê belê hişyarkirin û rêpêşkirina ber bi xweparastina ji xeteriyên nexweşî û êrişan e."

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û JÊDERÊN WAN

Rûken Ehmed li ser êrişên kîmyewî yên li dijî mirov û xwezayê pêk tên wiha got: "Li Helebce di 1988’an kîmyesal hate bikaranîn û erd kir çolistan û wêraniyeke mezin li dijî mirov û xwezayî pêk anî."

Rûken Ehmed ev tişt got: "Komkujiya li Helebce ya li dijî Kurdan têra dijmin nekir, lê li Serêkaniyê, Efrîn jî hatin bikaranîn û niha jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê tên bikaranîn. Ev dijminatiya li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê û nekarîna şikandina vîna gelê Kurd û gerîla pîvanên şer, li gel bêdengiya navneteweyî, derbas dikin."

Rûken Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji be rem xwe bi rêxistin dikin û destek ji kesekî naxwazin, dewleta Tirk a dagirker û rejîmên desthilat bi hêrs dibin, ji ber ew dixwazin di civakê de alozî her tim hebe û civakeke bê siyaset û rêxistin bimîne."

/ar/uploads/files/2022/10/26/132728_mhmd-mhmdky.webp

Hevserokê Yekitiya Bijîşkên Pîşesaz Mihemed Mihmedkê rapora salê xwend, tê de rewşa siyasî û çalakiyên pêk anîne şîrove kirin.

/ar/uploads/files/2022/10/26/132745_nshat-zybar.webp

Piştre laboratower Neşet Zîbar rêzikname xwend.

Konferans bi hilbijartina hevserokatî û endamên komîteyan bi dawî bû.

Ji bo meclisa rêveber a Yekitiya Bijîşkên Pîşesaz a Helebê bi hemû şaxên wê 11 endam hatin hilbijartin mîna şaxên laborator, berçavkîn, qabîle, hemşîre û dermankirina fîzîkî. Navên endaman wiha ne; Nuha El Raî, Fehîme Ezîz Qurmo, Mistefa Şêxo, Ula Casim, Hisên Ebo Zor, Mihemed Cido, Elî Berekat, Hogir Hebeş, Mihemed Mihmedkê, Zekeriya Xelîl û Beha Selahiyê.

Mihemed Mihmedkê û Fehîme Ezîz Qurmo bûn hevserok, Hisên Ebo Zor û Nuha El Raî yên komîteya darayî, Hogir Hebeş û Ula Casim ên komîteya têkiliyan.

(fr)

ANHA