​​​​​​​Tevgera Xwendekaran a Demokratîk panelek li ser danasîna çekên kîmyewî li dar xist

Bi dirûşma “Hevkarên êrişên kîmyewî dê temenê bidin”, Tevgera Xwendekaran a Demokratîk a Herêma Firatê ji xwendekarên Zanîngeha Kobanê re, ji bo pênasekirina metirsiya çekên kîmyewî û bandora wan li ser gelan, panelek li dar xist.

​​​​​​​Tevgera Xwendekaran a Demokratîk panelek li ser danasîna çekên kîmyewî li dar xist
​​​​​​​Tevgera Xwendekaran a Demokratîk panelek li ser danasîna çekên kîmyewî li dar xist
​​​​​​​Tevgera Xwendekaran a Demokratîk panelek li ser danasîna çekên kîmyewî li dar xist
​​​​​​​Tevgera Xwendekaran a Demokratîk panelek li ser danasîna çekên kîmyewî li dar xist
​​​​​​​Tevgera Xwendekaran a Demokratîk panelek li ser danasîna çekên kîmyewî li dar xist
26 cotmeh, 2022   14:20
KOBANÊ

Panel li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê ji aliyê Tevgera Xwendekaran a Demokratîk ve hat lidarxistin, tê de behsa êrişên li dijî gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di encamê de 17 gerîla şehîd bûn, hat kirin.

Di destpêka panelê de endamê Meclisa Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.

Ehmed Xoce wiha got: “Dijminên me hewl da ku me di hemû şoreşên berî tevgera rizgariya Kurdistanê de tune bikin, lê ev tevger ji bo azadiya gelê xwe hat damezirandin ku çarenûsa gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê guhert.”

Ehmed Xoce wiha domand: “Her tim wan hewl dida me bi hemû rêbazan û bi erêkirineke navneteweyî qir bikin, nexasim bi rêya peymanên ku bi dizî û bi eşkereyî pêk dianîn, ji bo veşartina van peymanan jî; peymanên qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî jî li dar xistin, lê belê tiştê ku li Helebce ya Başûrê Kurdistanê bûye derewiya peymanên wan eşkere kir. Heta roja îro jî gelê Kurd bi wan çekên kîmyewî tên qirkirin, êrişên ku li vê dawiyê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatine jî nîşana wê yekê ye."

Ehmed Xoce destnîşan kir ku dema çekên kîmyewî li deverekê tên bikaranîn; li wê herêmê jiyan nabe, ji ber wê jî ew çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tînin, da ku hebûn, dîrok û çanda wan tune bikin.

Piştre, sînevîzyoneke taybet li ser komkujiyên ku ji aliyê pergalên faşîst ve li dijî gelê Kurd hatine pêkanîn, bi taybetî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hat pêşandan.

Piştre, ji aliyê xwendekara Zanîngeha Kobanê Sosin Şêx Bekir ve, raporek li ser gaza kîmyewî û zirara wê ku xwendekarên Zanîngeha Kobanê amade kiribûn, hat xwendin.

Di raporê de hat diyarkirin ku çekên kîmyewî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn sala 1914’an de hat bikaranîn, tevî ku qanûnên navneteweyî bikaranîna wan di şeran de qedexe kiribû.

Her wiha, behsa bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd di dîrokê de, bandor û zirara wan li ser mirov, ajal û xwezayê hat kirin, mîna komkujiya Helebce ya di 16’ê Adara 1988’an de ku di çarçoveya hemleya Enfalê de pêk hatibû û di 2019’an de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî zarok û şêniyên Serêkaniyê jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Di raporê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar anîn, di encamê de 17 şervanên gerîla şehîd bûn. Lê li hember van bikaranînên çekên kîmyewî civata navneteweyî bê deng e.

Di dawiya panelê de bersivên pirsên xwendekaran ji aliyê Ehmed Xoce ve hatin dayîn ku pirs bi giştî wiha bûn: “Sedema bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî çi ye? Rola PDK’êli wan herêman çi ye? Çima çekên kîmyewî bi taybetî li dijî Kurdan tên bikaranîn û rola xwendekaran di rawestandina bikaranîna çekên kîmyewî de çi ye?”

Ehmed Xoce wiha gotina xwe bi dawî kir: “Bêdengiya hêzên navneteweyî nîşan dide ku ew di êrişên qirkirina Kurdan de hevkar in û PDK’ê di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî hevkariya dagirkeriya Tirk dike.”

(mh)