​​​​​​​Şêniyên Reqayê li dijî sûcên dewleta Tirk daketin qadan

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê xwepêşandeke girseyî ji bo piştgiriya QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist, her wiha xwepêşandêran êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Reqayê li dijî sûcên dewleta Tirk daketin qadan
26 cotmeh, 2022   12:58
REQA

Bi hezaran şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî li pêş meclisa giştî ya li naverasta bajêr kom bûn û beşdarî xwepêşandana li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û bombebarankirina wê li dijî gerîlayan û piştgiriya QSD’ê û Rêveberiya Xweser bûn.

Xwepêşandêran diruşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", "Bijî rêber Ocalan", "Hilweşe dagirkeriya Tirk", "Na ji êrişên kîmyewî re" û "Na ji bêdengiya navneteweyî re" berz kirin.

Her wiha pankartên "QSD’ê garantiya yekitiya Sûriyê hem xak hem gelê wê ye, QSD’ê têkbirina terorê ye", "QSD’ê garantiya sînor û hebûna me ye", "Rêveberiya Xweser vebirêjka me ya stratejî ya avakirina Sûriya pêşerojê ye", hatin rakirin.

Xwepêşandan ji pêş Meclisa Giştî ya li navnerasta bajêr ber bi qada agirkujiyê ve dest pê kir û li qadê vegerî mîtîngî.

Li wir Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş wiha got: "7 sal in dîroka QSD’ê tijî destkeftî ye, 7 sal in li dijî terorê şer dike û di oxira pêkanîna ewlehî û îstîqrarê de parastinê dike."

El Mihbaş wiha domand: "Ji dema damezrandina QSD’ê ve ew barê têkoşîn û şerê li dijî terorê radike û bi lehengî bi ser ket."

El Mihbaş QSD’ê silav kir û wiha pê de çû: "Em bi serbilindî dîroka Sûriyê yê nûjen bi bîr tînin. Bira û xwişkên min ên di QSD’ê de we ji gel û welatê xwe re baweriya xwe ya leşkerî îsbat kir û tişt wê daye dê cihê serbilindiyê bimîne."

El Mihbaş wiha dawî li gotina xwe anî: "Em hêzên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tevahî hêzên ewlehî silav dikin ku bi canê xwe ev ax parastin."

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA