YRA: Dewleta Tirk bi binçavkirina rojnamevanan rastiya sûcên xwe vedişêre

Yekitiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide pênûs û kamereyên ku sûcên wê eşkere dikin bi rêya binçavkirina rojnamegeran bê deng bike.

YRA: Dewleta Tirk bi binçavkirina rojnamevanan rastiya sûcên xwe vedişêre
26 cotmeh, 2022   12:02
QAMIŞLO

Têkildarî binçavkirina rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku di 25’ê Cotmehê de dewleta Tirk li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hemleya girtinê dest pê kir û 11 rojnameger hatin, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) daxuyaniyek da.

Hevseroka YRA’yê Malva Elî bi zimanê erebî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi beşdariya bi dehan rojnamegeran xwend.

Di daxuyaniya YRA’yê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişa xwe ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de ji 17’ê Nîsana par ve, ku tê de çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne hemû qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê kirin, her wihabi rêya balafirên xwe yên bêmirov welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Herî dawî jî di 24’ê Cotmehê de Ii Qamişloyê bû ku di encamê de 2 welatî şehîd bûbûn.

Sazî û rojnamegerên YRA’yê rastiyên van êrişan belav dikin, bi delîlan belge dikin û li hember siyasetên şerê taybet û derewên çapemeniya rejîma Tirkiyê disekinin, ji lew re ev rejîmê ragihandina azad li pêş planên xwe mertal dibîne. Ji ber wê hemû enerjiya xwe dixe dewrê ku ji wan xelas bibe, da ku sûcên xwe yên dermirovî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê binixumîne.

Dewleta Tirk ji aliyê demokrasî û azadiya nêrîna di asta dawî ya cîhanê de ye û girtinên dawî îsbata vê yekê ne.

Em YRA’yê û tevahî saziyên çapemeniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriyarên dewleta Tirk a dagirker ên girtina hevrêyên me yên rojnamger şermezar dikin û di pêkanîna pîşeyên xwe de destekê didinê û soz didin ku em ê bi pênûs û kamereyên xwe sûcên dagirkeriyê ji cîhanê re eşkere bikin.

Em bang li saziyên navneteweyî û cîhanê yên banga azadiya rojnamegeriyê û parastina rojnamegeran dikin ku bi erk û berpirsiyartiyên xwe rabin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku girtiyên rojnameger û girtiyên din di leztirîn dem de berdin."

(fr)

ANHA