​​​​​​​Rejîma Îranê jineke din a Kurd qetil kir

Jina Kurd a bi navê Nigîn Ebulmelikî di encama êriş û îşkenceya hêzên rejîma Îran de hate qetilkirin.

​​​​​​​Rejîma Îranê jineke din a Kurd qetil kir
24 cotmeh, 2022   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina ciwan a Kurd Nigîn Ebulmelikî (21) ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Nigîn Ebulmelikî ji Qurwe ya ser bi parêzgeha Sineyê ve ye û xwendekara zanîngehê bû.

Rojnewsê ragihand ku di 19’ê Cotmehê Nigîn Ebulmelikî li Hemedanê di dema xwepêşandana li dijî qetilkirina Jîna Emînî de, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye qetilkirin.

Hate zanîn ku hêzên rejîmê li serê Nigînê xistiye û bi giranî birîndar bûbû, piştî vegeriyaye cihê xwendevanên zanîngehê, li wir ji ber derbeya hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest daye.

Tê gotin piştî hêzên Îranê bihîstiye Nigîn jiyana xwe ji dest daye, bi ser malên xwendekaran de girtiye û gef lê xwarine. Heman şevê malbata Nigîn ji bajarê Qurweyê vexwendine Hemedanê. Li gorî agahiyan cenazeyê Nigîn di bin dorpêça hêzên rejîmê de hatiye veşartin.

Her wiha li dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Nigîn Ebulmelikî îro xwendevanên Zanîngeha Hemedanê xwepêşandan li dar xistin û ketin grevê.