​​​​​​​Şêniyên Kobanê ji bo gerîla meşiyan

Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên û piştgiriya berxwedana gerîla, meşek li dar xist.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê ji bo gerîla meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê ji bo gerîla meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê ji bo gerîla meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê ji bo gerîla meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê ji bo gerîla meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê ji bo gerîla meşiyan
24 cotmeh, 2022   11:18
KOBANÊ

Bertekên li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla dewam dikin.

Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştgiriya berxwedana gerîla, meşek li dar xist.

Şênî ji Qada Şehîd Egîd ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan. Di meşê de wêneyên gerîlayên ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hatin hildan û pankartên "Şirîkên êrişên kîmyewî dê berdêlê bidin", "Gerîla gel e û gel gerîla ye" û "Li dijî çekên kîmyewî ji bo tolhildanê werin seferberiya giştî" hatin vekirin.

‘TÊKOŞÎN DÊ HETA TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ DEWAM BIKE’

Meş li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê. Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed diyar kir ku gerîla ji bo jiyaneke birûmet li ser xaka xwe jiyana xwe dikin berdêl, niha bi çekên kîmyewî û bi desteka NATOʹyê ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefkirin.

Hebûn Mihemed banga xurtkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedana gerîla kir.

Endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Salih Nûh jî axivî û diyar kir ku dagirkeriya Tirk di hemû êrişên xwe yên qirêjî de bi bin ket, gihaşt asta ku çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar bîne.

Nûh destnîşan kir ku dagirker çi bikin jî gerîla dê têkoşîna xwe heta têkbirina faşîzma Tirk dewam bike. Her wiha bang li gel kir ku heta pêkanîna serkeftinê bibin yek.

‘DEWLETA TIRK NIKARE ÎRADEYA GEL BIŞIKÎNE’

Di çalakiyê de bi navê malbata şehîd Erdal Besta yê bi 16 gerîlayan re di êrişa bi çekên kîmyewî de şehîd bûbû, Ferîdûn Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk çi qasî êrişên xwe zêde bike, nikare vîna gel bişikîne û got: "Bikaranîna çekên kîmyewî nîşan dide ku dewleta Tirk nikare rû bi rû li hemberî Kurdan û gerîla şer bike."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî jî got gelê Kurd berxwedêr in û wiha dewam kir: "Divê em vê şoreşê diyarî zarokên xwe bikin, ji ber ku doza me ya hebûnê ye da ku em bikarin Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê rizgar bikin.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

ANHA