Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî

Ciwanên Minbicê bi şanoyeke bêdeng bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
23 cotmeh, 2022   17:27
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê şanoyeke bêdeng li ser rêya Helebê pêşand.

/ar/uploads/files/2022/10/23/155124_ahmd-aljmyly-28large29.webp

Ciwanan pankartên bi nivîskên "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê", "Şirîkên êrişên kîmyewî wê berdêl bidin" û "HPGʹê îradeya me ye, bijî berxwedana HPGʹê" hatin hildan. Di çalakiyê de ciwanan mask û cilên parastina ji çekên kîmyewî û yên qedexekirî li xwe kirin û wêneyên 17 gerîlayên ku bi êrişên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, rakirin.

Ciwanan şanoyeke bêdeng ku balê dikişîne ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El Cemîlî li ser armanca çalakiyê û armancên dewleta Tirk a dagirker ji zêdekirina şerê li dijî HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, axivî.

El Cemîlî destnîşan kir ku berxwedana HPG’ê planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk birin. Her wiha got, dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan derbên giran dixwe, ji ber vê yekê serî li çekên kîmyewî yên qedexekirî dide.

Çalakî bi gera ciwanan  a li nav kolanên bajêr û berzkirina siloganên “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

(mh)

ANHA