​​​​​​​Helbestvan Cegerxwîn li Beyrûtê hat bibîranîn

Helbestvan Kurd ê navdar Cegerxwîn li paytexta Lubnan, Beyrûtê hat bibîranîn. Her wiha dewleta Tirk a dagirker a ku çekên kîmyewî li ser gerîla bi kar tîne hate şermezarkirin.

​​​​​​​Helbestvan Cegerxwîn li Beyrûtê hat bibîranîn
23 cotmeh, 2022   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 28ʹan a wefata helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn, Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz duh şevbuhêrkek li dar xist. Şevbuhêrk li paytexta Lubnan, Beyrûtê bi beşdarbûna bi dehan Kurdên ku li Lubnanê dijîn hat lidarxistin.

Serokê Komeleya Newroz a  Çandî û Civakî  Cemal Hesen behsa jiyana helbestvanê nemir Cegerxwîn û şoreşa wî ya wêjeyî kir û pirtûk û helbestên wî yên herî girîng bi bîr xistin.

Cemal Hesen bal kişand ser girîngiya helbestên Cegerxwîn ji bo gelê Kurd û wêjeya nûjen.

Berpirsê Komîteya Çand û Huner ê Komeleya Newroz Xelîl Xalid hinek helbestên Cegerxwîn xwendin. Piştre koma mûzîkê ya Welatê Rojê ya girêdayî komeleyê stranên ji helbestên Cegerxwîn hatin sazkirin, gotin.

Piştî şevbuhêrê beşdaran çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de endamê PYDʹê Edhem Şehûd bi navê Kurdên li Lubnanê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişê dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û zarokên gelê Kurd hatin şermezarkirin. Her wiha bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî yên li hemberî bikaranîna van çekan hat şermezarkirin.

(dm)

ANHA