​​​​​​​70 kesayetên Ereb û biyanî xwestin ku sûcên dewleta Tirk werin teşhîrkirin- HATE NÛKIRIN

Ji welatên cûda yên erebî û cîhanî 70 kesayet banga teşhîrkirina dewleta Tirk a çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne. Her wiha banga piştgiriya berxwedana gerîla kir.

​​​​​​​70 kesayetên Ereb û biyanî xwestin ku sûcên dewleta Tirk werin teşhîrkirin- HATE NÛKIRIN
23 cotmeh, 2022   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji welatên cûda yên erebî û cîhanî 70 kesayetên siyasî, akademîseyn, rojnamevan û ragihandin, çalakvanên hiqûqî têkildarî bikaranîna çekêm kîmyewî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek hevbeş da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar tîne, daristanan dişewitîne û gelên Kurd gelên li Tirkiyê bindest dike. Her wiha got, ne pêkan e YE, DYA’yê, OPCW û NY’yê li ser sûcên dewleta Tirk veşêrin û li hemberî wê bêdeng bimînin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên destpot û hegemonîk, bi taybet di sedsala 20’an de hebûna xwe li ser wêrankirina civakan, qetilkirina gelan û koçberkirina wan îsbat dikin. Di heman demê de hebûna wan a bi dehên salan bi navê demokrasî û azadiyê û bi rêya wêrankirina mirovahiyê dewam dike. Hîna dewleta Tirk bi hemû hêza xwe, bi rêya siyasetên xwe yên înkarkirinê û bi bikaranîna hemû cureyên çekên qedexekirî; çi çekên kîmyewî yan jî germahî yan jî napalm dibe û heta bi çekên nukleerî yên taktîkî dibe, hewl dide gelê Kurd û gelên herêmê tune bike. Ev yek li pêş çavên cîhanê yên ku ketine rewşa bêdengiyê tê kirin.

Dewleta Tirk di vê sedsalê de bi hemû hêza xwe hewl dide Kurdan ji kokê de rake. Li gorî agahiyan, di komkujiya Geliyê Zîlan a Tîrmeha 1930’î de bi deh hezaran hatin qetikirin, her wiha di 16’ê Adara 1988’an de bi hezaran Kurd li Helebce bi destê rejîma Baas a  Sedam Huseyn ê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di 28’ê Hezîrana 1987’an de rejîma Bassê ya Iraqê bi bombeyên kîmyewî herêma Sardeşt a li Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir, di encamê de zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 8 hezar birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker ji 1986’an ve çek û gazên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê bi kar tîne. Li gorî detayên hatine belavkirin, heta niha 2 hezar û 850 carî çekên kîmyewî yên qedexekirî û çekên nukleerî yên taktîkî li herêmên gerîla hatine bikaranîn. Di encamê de bi sedan gerîla û sivîl di van êrişan de şehîd bûn. Fermandariya Giştî ya Hêzên Bejahî ya delweta Tirk a Desteya Serfermandariyê wiha gotibû: "Heke pêwîst bû, gaza rondikrêj û bombeyên verşê bi kar bînin û di tonelan de gazên jehrî bi kar bînin." Ev yek bi xwe mikurhatineke zelal a bikaranîna gaza kîmyewî ye.

Ji wê dîrok û heta niha ve dewleta Tirk çek û madeyên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîla bi kar anîne, li gel wê jî hêzên navneteweyî bê deng in û hîna desteka wê dikin. Li gorî daxuyaniyên HPG’ê heta niha 5 cureyên gazên jehrî û gazên xeniandinê (Green Cross), gaza şewatê (kibrît mustant), gaza hişçûnê, gaza rondikrêj, çekên nukleerî yên taktîkî û germahî yên qedexekirî hatine bikaranîn.

Dewletên peymana Lahay bi xwe îmze kirine, bi xwe çek dan hêzên dagirker mîna dewleta Tirk û ew bi peymanê pabend nebûn û li dijî Kurdan bi kar tîne.

Di qada hundirîn de jî, hin aliyên Kurd di sedsala 20’an de xebateke mezin ji bo rêgirtina li ber sûcên şer û bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî yên li dijî Kurdan dan da ku van sûcan bigihînin qada navneteweyî û di hemû aliyan de asta xwestekên xwe bilind kirin. Lê niha têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bê deng in, ji wê zêdetir di bikaranînê de hevkar in û heta nahêlin lêpirsîn li herêmên tê de bikar tên were kirin.

Li dijî dewleta Tirk divê tedbîrên pêwîst bên girtin ku pêşî li sûcên şer û sûcên dermirovî yên li dijî Kurdan û gelên herêmê bên girtin. Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, agir bi daristanan dixe, gelê Kurd û gelên Tirkiyê bindest dike. Ne pêkan e YE, DYA’yê, OPCW û NY’yê sûcên dewleta Tirk binixwimîne û li hember vê yekê bêdeng bimînin.

Ji ber wê em bang li hemû saziyên navneteweyî, hikumet, civata navneteweyî, Komkara Erebî, tevahî rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û demokrasên Ereb dikin ku dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne şermezar bikin. Her wiha gilî bikin da berpirsên hikumeta Tirk û dewleta Tirk ên ku sûcên şer û sûcên dermirovî dikin, werin darizandin. Heman demê cezayan li Tirkiyê bibirin ji ber ku çekên kîmyewî yên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, bi kar tîne.

Em bang li dezgehên çapemenî, rojnamegeriya navneteweyî û erebî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û dest bi teşhîrkirina dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne, bikin. Heman demê em bang li raya giştî ya navneteweyî, erebî û hemû hêzên demokrat dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û destekê bidin banga Kurdan a rawestandina êrişên Tirkiyê û bikaranîna çekên kîmyewî rawestînin. "

 (fr)