Nivîsgeha Enerjî ya Cizîrê 51 transên kehrebê li herêman belav kirin

Piştî alavên kehrebê ji hêla kesên giyanxerab ve hatin dizîn û talankirin, Nivsgeha Enerjiyê ya herêma Cizîrê li herêm û navçeyên cuda yên Cizîrê 51 transên kehrebê zêde kirin.

Nivîsgeha Enerjî ya Cizîrê 51 transên kehrebê li herêman belav kirin
23 cotmeh, 2022   10:11
QAMIŞLO

Nivîsgeha Enerjiyê ya herêma Cizîrê ragihand ku 51 transên kehrebê yên nû li herêm û navçeyên cuda belav kirin. Ew yek piştî kesên giyanxerab alavên kehrebê dizîn û talan kirin pêk hat.

Têkildarî mijarê hevserokê nivîsgehê Ekrem Silêman li pêş nivîsgehê ya li Rimêlanê ya Qamişloyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji 3 salan ve pergala kehrebê li herêma Cizîrê ji hêla kesên giyanxerab ve tên dizîn û talankirin.

Di daxuyaniya nivîsgehê de hate destnîşankirin ku kesên transên kehrebê yên gundan dizîne barek li ser şêniyan çêkir. Ji ber nirxê van alavan pir bilind e. Ji ber wê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Cizîrê biryar da ku bi rêya nivîsgeha enerjiyê transên kehrebê yên nû li van gundan deynin.

Li gorî daxuyaniyê, transên xwedî kapasîteyên cuda(25 kva heta 630 kva) xwedi nirxekî bilind in û nêzî 250 hezar dolar in.

Nivîsgehê diyar kir ku dê 51 trans li van herêman werin belavkirin;

Li Hesekê; 19 trans.

Li Şedadê 6 trans.

Li Holê 9 trans.

Li Amûdê 4 trans.

Li Dirbêsiyê 3 trans.

Li Qamişlo transek.

Li Tirbespiyê transek.

Li Til Brak 5 trans.

Li Til Hemîsê 3 trans.

Di dawiyê de nivsîgeha enerjiyê bang li şêniyan kir ku parastina van transan bikin, ji ber milkê gel e û xizmetî wî dike.

(fr)

ANHA