Çalakgeran li dijî êrişên bi çekên kîmyewî banga serhildanê li gelê Kurd kir

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker di roja duyemîn de dewam dike.

Çalakgeran li dijî êrişên bi çekên kîmyewî banga serhildanê li gelê Kurd kir
20 cotmeh, 2022   13:09
HESEKÊ

Hêrs û nerazîbûnên li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tikr a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Komîteya Çalakiyan a Meclisa Kantona Hesekê duh bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl  û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê konê çalakiyê li qada Suyran a taxa Nasira ya bajarê Hesekê veda.

Di roja duyemîn de şandeyên ji endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, nûnerên Kongra Star û meclisên kantona Hesekê herikîn bin kon.

Wêneyên gerîlayên di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, alên Kongra Star, TEV-DEM, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSDʹê bi konê ve hatin daliqandin.

Endama rêveber a Komîteya Çalakiyan a Meclisa Kantona Hesekê Êva Ebdulkerîm axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: "Armanca van êrişan qirkirina gelê Kurd e."

Êva Ebdulkerîm bang li gelê Kurd kir ku li hemberî siyasetên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker rabin.

Endama Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê Nesrîn Mecdel îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina fermandaran bi balafirên bê mirov ên biçek kir û diyar kir armanca dewleta Tirk ew e ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û îradeya gelan bişkîne.

Nesrîn Mecdel banga şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serkeftinê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Çalakî wê îro êvarî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

ANHA