​​​​​​​Parêzerên rêbertî ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

​​​​​​​Parêzerên rêbertî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
20 cotmeh, 2022   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî, ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah re yê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de tê dîl girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an û heta niha tu agahî ji rêber Ocalan nayê girtin.