Rêxistinên jinan li Reqayê piştgiriya têkoşîna jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir

Rêxistinên jinan li Reqayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tev li berxwedana jinan a ji bo azadiyê û demokratiyê dibin. Her wiha destnîşan kirin ku dê qadên dîrokî veguherînin qadên têkoşîna hevbeş ji bo pêkanîna serkeftineke bêhempa ji jinan û mirovahiyê re.

Rêxistinên jinan li Reqayê piştgiriya têkoşîna jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir
19 cotmeh, 2022   13:41
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbya bi beşdariya endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê û jinan ji Reqayê li qada çerxerêya El Neîm a Reqayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ku berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliye Kencwan xwendiye, berxewdana jinan û gelên bêhempa yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin rejîma Îranê ku li ser dijminatiya jinan û mirovahiyê ava bûye, ne tenê Jîna Emînî kuşt, lê belê ev siyaseta xwe ya hovane li dijî girtiyan li girtîgeheke paytexta Îran Tehranê pêk anî ku gelek çalakvanên siyasî û parêzvanên mafên mirovan û azadiyê tê de hene.

Her wiha hat destnîşankirin ku têkoşîna jinan û gelên herêmê li Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî ya hesas û dijwar re derbas dibe, modernîteya kapîtalîst bi hêza çewisandinê û zihniyeta netewedewletê û baviksalarî şerekî kirêt li dijî jinan û civakê ragihand û hewl dide tevliheviyê û aloziyan biafrîne çi li Efganistanê yan jî Îraqê yan jî Lîbya, Yemen û Sûriyê da ku berjewendiyên xwe yên mêtinger biparêze.

Di daxuyaniyê de kombûnê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ragihandin ku ew tev li hemleya jinan û gelan a ji bo azadiyê û demokratiyê dibin ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de sûcên hovane yên rejîma Îranê û êrişa wê ya li ser girtîgeha Evîn hatin şermezarkirin.

Di dawiyê de wiha hat gotin: “Em nameya xwe ya mirovî û siyasî ji hemû jinan li cîhanê re dişînin ku divê em hêza xwe bikin yek û piştevaniya doza jinan bikin û têkoşînê mezin bikin, mekanîzmeya xweparastina cewherî li hember hemû cureyên tundiyê, zordestiyê û qirkirinê mezin bikin. Van qadên dîrokî veguherînîn qadên têkoşîna hevbeş, berxwedanê û birêxistinbûyînê ta ku serkeftineke bêhempa ji bo jinan û mirovahiyê pêk bînin.”

ANHA