Rêxistinên hiqûqî bûyerên li girtîgeha Evîn a Îranê şermezar kirin

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê sûcên dermirovî yên ku desthilata Îanê pêk tîne bi taybet piştî şewata li girtîgehekê pêk aniye, şermezar kirin û got ew li dijî qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan û NY`yê ye.

Rêxistinên hiqûqî bûyerên li girtîgeha Evîn a Îranê şermezar kirin
19 cotmeh, 2022   14:00
KOBANÊ

Dadgera Dozgeriya Giştî Merwa Ehmed daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Edaleta Civakî ya Kobanê bi beşdariya parêzeran û hiqûqnasan xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilata Îranê di çarçoveya siyaseta xwe de ku li ser çewisandin, zordestî û tengavkirina gel di qada azadiyên giştî de ava kiriye, Jîna Emîn girt û bi îşkenceyê qetil kir bi hiceta ku li gorî rêgezên olî yên hişk şerpa li ser serê xwe baş nekiriyê, di encamê de serhildan li Îran, bajar û herêmên kurdî dest pê kirin. Lê dewleta Îranê û bi fermana lêvegerên xwe yên bilind, hewl da serhildanê biçewsîne, bangên azadîxwazin bêdeng bikin.

Ji bo wê hemû cureyên tirsandinê, girtina hovane bi kar anîn, bi guleyan xwepêşandêr kuştin. Di girtîgehan de îşkence li wan kir ku di encamê de bi sedan azadîxwaz hatin kuştin, bi deh hezaran jî di girtîgehan de hatin windakirin. Bi awayekî hovane agir bi girtîgehekê xist da ku girtîgehê bişewtîne û girtiyan bi awayekî hovane bikuje, ji bo ku gel bitirsîne û serhildana wan asteng bike.

Em van sûcên dermirovî red dikin ku li dijî qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan û NY`yê ne.

Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku hewl bidin fişarê li desthilata Îranê bikin da ku nehêlin, siyaseta xwe ya xwîndar û sûcdar li dijî gel û welatiyan berdewam bike. Girtiyan serbest berde, rê bide ku nêrîna xwe rave bikin û li gorî qanûnên navneteweyî bi azadî tev bigerin.”

ANHA