Meclisên Malbatên Şehîdan: Divê Tirkiye li ser sûcên xwe bê darizandin

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Reqa, Tebqa û Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayan şermezar kirin û got: "Gerîlayên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê li hember planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin."

Meclisên Malbatên Şehîdan: Divê Tirkiye li ser sûcên xwe bê darizandin
Meclisên Malbatên Şehîdan: Divê Tirkiye li ser sûcên xwe bê darizandin
Meclisên Malbatên Şehîdan: Divê Tirkiye li ser sûcên xwe bê darizandin
19 cotmeh, 2022   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Tebqa, Reqa û Minbicê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li herêmê Zapê ku di encamê de herî dawî 17 gerîla şehîd bûbûn, şermezar kirin.

Li Tebqayê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Hîbal, li Reqayê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemod û li Minbicê jî endamê rêveber ê Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Huzeyfe Ebdo daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:

"Heta kengî ev bêdengiya li ser sûcên li dijî mirovahiyê, kîna wan heta asîmanan çû û nefreta wan gihaşt kûrahiya dilên wan, tu gotineke tune ye ku we wesif bikin; neviyên Cemala Paşa El Sefah (xwînmij) in.

Hûn ji vî gelî biewle çi dixwazin. Piştî hemû plan û hewlên wê yên têkbirina vîna wî têk çûn, we berê xwe da bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî. Tu rêyên we ji bilî qetilkirina kesên ji xaka xwe hez dikin û pê ve girêdayî ne neman.

Hûn li beramber pêkanîna armancên xwe yên qirêj, hedefgirtina gerîla û gelê li vê herêmê bi çekên kîmyewî ku nîşaneya dijminatiya we ku ji neviyên xwe yên Osmanî fêr bûne, aciz in, em tesmîl nebûn û nabin, hûn çi dikin, bikin em ê parastina xak û rûmeta xwe bikin.

Kîna xwe li dijî me kûr bikin, dê îsrara me li hember wê rojane zêde bibe. Em gav bi paş ve naavêjin û dê projeya me berdewam be û bi saya şehîdên xwe em ê li xaka xwe vegerin.

Em ji cîhanê re dibêjin ku li dewleta Tirk a dagirker binêrin ku çêdike, ew bi çekên kîmyewî me bombebaran dike, dê sibe jî dora wê bê.

Em bang li NY’yê, rêxistina mafên mirovan û rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî (OPCW) dikin ku van kujeran hesab bikin, ew sûcdarên şer in. Divê ew li ser îxaneta xwe ku ku 17 gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd xistin, werin darizandin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ylFZb4YNV5A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pA5Xz9cagoU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>