Rêveberiya Xweser ji bo projeyên sala 2023`yan li pêşniyarên gel guhdarî kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê werşeyeke xebatê li Hesekê çêkir û li pêşniyar û nêrînên tevahî beşên civakê yên ji bo diyarkirina projeyên xwe yên sereke yên sala 2023’yan guhdarî kir.

19 cotmeh, 2022   12:33
HESEKÊ

Ji bo diyarkirina projeyên xwe yên sereke yên 2023’yan, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê werşeyeke xebatê li Hola Marbêla ya Hesekê li dar xist.

Di werşeyê de nûnerên saziyên sivîl, hêz, partiyên siyasî, rûspî, şêxên eşîrên Kurd, Ereb, nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk, deste, yekitî, meclisên Rêveberiya Xweser a Demokratîk beşdar bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivî û got: "Rêveberiya Xweser di rêvebirina herêma ku hîna şer lê heye û ji dema damezirandina wê û heta roja îro ve bi astengiyên mezin re rû bi rû ye, lê gavên girîng avêtin."

Nezîra Gewriyê wiha domand: "Rêveberiya Xweser hewl da demokrasî û civaka komunal pêk bîne. Her wiha di bernameya rêveberiyê de lidarxistina civînên girseyî bi rêya desteyan bi hemû beşên civakê re hebûn. Gelek werşeyên xebatê bi pispor û tevahî beşên gel re ji bo diyarkirina projeyên xebatê yên 2023’yan, planên projeyên stratejîk ên pêşerojê li gorî derfetên rêveberiyê û budçeyê (18 milyon dolar) hatin lidarxistin."

Nezîra Gewriyê wiha bi dawî kir: "Rêveberî hewl dide bi rêya saziyên xwe yên xizmetguzarî projeyên fînansê ku rewşên aborî, jiyanî û xizmetguzarî li herêmên Rêveberiya Xweser bi pêş bixin, ava bike."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ev tişt got: "Biryarên gel divê hevpar bin, ji ber ku gel pisûleya rastiyê ye."

Her wiha Hevserokê Nivîsgeha Planazî, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Mecîd Hac Elî jî wiha got: "Siyaseta xebata nivîsgehê siyaseta fikir û plansaziya stratejîk e. Ew yek bi rêya pîvanên ku bingeha wan nirxandina wan projeyên ku pêşiyên pêkanînê li gorî hevsengiyên matmatîkê û rêjeya sedî ya sabit qezenc dikin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe li ser planên Rêveberiya Xweser ên 2023’yan pêşkêş kirin. Hemû pêşniyar li ser pêwîstiya pêşxistina beşên endustirî, bazirganî, çandinî û xizmetguzariyê bûn, her wiha girîngî li ser saktora perwerde û fêrkirin û qada tenduristiyê û dabînkirina derfetên kar ji welatiyan re bûn.

(fr)

ANHA