Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Aryo yê Suryan

Bi dehan şêniyên kantona Hesekê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) û sersaxî da malbata wî.

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Aryo yê Suryan
16 cotmeh, 2022   11:24
HSEEKÊ

Îro danê sibehê Meclisa Malbatên Şehîdên Suryan-Asûr sersaxî ji malbatên endamê Hêzên Ewlekariya Hudnirîn-Sutoro Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) re xwest, ku di 12’ê Cotmehê de li nêzî Kampa Newroz a li bakurê rojhilatê navçeya Dêrikê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê yê şehîd Aryo li ber Dêra Azrayê ya li taxa Nasira ya kantona Hesekê hat vedan û bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên li Hesekê herikîn bin kon.

Di merasima sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdên Suryan-Asûr Hesen Eylû wesîqeya şehadetê ya şehîd Aryo xwend û radestî malbata wî kir.

Piştre endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Hesekê Idrîs Osî axivî û bal kişand ser planên artêşa Tirk a dagirker û êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên bejahî û hewayî yên li dijî herêmê ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.”

Osî soza şopandina rêya şehîdan û fikrê rêber Abdullah Ocalan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn em soz didin hemû şehîdên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe, xwe feda kirine ku em ê fikr û felsefeya rêbertî û rêya şehîdan bişopînin."

Merasîm bi dirûşmeyên bi zimanê suryanî “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

ANHA