Koçberên Serêkaniyê bang li CPT`ê kir ku rewşa rêber Ocalan eşkere bike

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê bang li CPT`ê ku di Îlona borî de serdana girtîgeha Îmraliyê kiribû, kir ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike.

Koçberên Serêkaniyê bang li CPT`ê kir ku rewşa rêber Ocalan eşkere bike
16 cotmeh, 2022   10:56
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê ku li taxa Telayê ya bajarê Hesekê ye têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û xemsariya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkeceyê ya Ewropayê (CPT) li hember rewşa tenduristî ya rêbertî, daxuyaniyek da.

Bi beşdariya bi dehan endamên meclisê û koçberên kampê, daxuyanî ji aliyê endama meclisê Sozdar Deham Izo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev 19 meh in ne malbatê ne jî parêzeran agahî ji rêber Abdullah Ocalan negirtiye û wiha dewam kir: “Divê CPT`ê û Rêxistina Mafên Mirovan me ji rewşa tenduristî ya rêbertî agahdar bike. Ji berk u tendursitiya wî ji bo me girîng e.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nedayîna tu agahiyan li ser rewşa tenduristî ya rêbert Ocalan bêguman hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ye.

Her wiha komplo û tecrîda şidandî ya li dijî rêber Ocalan hatin şermezarkirin û hate gotin ku armanc ji girankirina tecrîdê dûrxistina rêbertî ji civaka wî û gelên herêmê ye.

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) di 3`yê Cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20 û 29`ê Îlona borî de wê serdana Tirkiyê û girtîgeha Îmraliyê kiriye. Lê tu agahiyên din derbarê serdanê de nedan.

(cx)

ANHA