Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê dest pê kir

Kongreya duyemîn a Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê bi diruşma "Bi vîna jina azad a birêxistinkirî em ê Sûriya pêşerojê ava bikin" bi tevlêbûna 800 delegeyan dest pê kir.

Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê dest pê kir
16 cotmeh, 2022   10:44
REQA

Di van kêliyan de Kongreya duyemîn a Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi tevlêbûna 800 delegeyan ji meclisên jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê yên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hola Tac a li başûrê Reqayê tê lidarxistin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd, dayika Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriyê Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî beşdarî kongeryê bûne.

Li hola kongreyê, wêneyên şehîdên ku bi balafirên dagirkeriya Tirk li cih û demên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne û pankartên "Divê israra me li ser jiyanê bi dawî nebe", "Jin welatê ji çi jiyana azad re ye" û "serkeftina jinan di şoreşê de girêdayî serkeftina wê di perwerde, rêxistinkirin û xebatê de ye" hatin daliqandin.

Piştre bi navê komîteya amadekar berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û wiha got: "Em îro ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Sûriyê û ji tevahî pêhate û çandan li hev kom bûne ku kongreya xwe ya duyemîn li dar bixin û vê kongreyê li beşdaran pîroz dikin."

Kongre bi axaftina berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliye Kecwan berdewam dike.

Tê payîn ku bi nave MSD`ê Îlham Ehmed biaxive, piştre rêzikname were nîqaşkirin û erêkirin. Biryar e ku di dawiya kongreyê de berdevka Meclisa Giştî ya Jinan û du cîgirên wê, her wiha 21 endamên meclisê bên hilbijartin û encamnameyek bê derxistin.

(fr)

ANHA