Kongreya 5ʹemîn a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi dawî bû

Kongreya xwe ya 5ʹemîn a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê şevê din bi hilbijartina Desteya Rêveber a yekitiyê bi dawî bû.

Kongreya 5ʹemîn a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi dawî bû
16 cotmeh, 2022   09:22
QAMIŞLO

Şevê din, Kongreya 5ʹemîn a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi diruşma "Parêzerî parastina maf û edaletê ye" li hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar ket.

Di kongreyê de 210 parêzerên kantonên Qamişlo û Hesekê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, TEV-DM û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de hevserokê  Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lalî, hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso, hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişlib El Tirkan, endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê Xalid Bercis Elî axivîn.

Di axaftinan de  lidarxistina kongreyê di van rewşên dijwar û hestiyar li herêmê de hate pîrozkirin û bal hat kişandin ser rola parêzer û hiqûqnasan a parastina maf û nirxên civakê, pêkanîna edalet, belgekirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmê.

Kesên axivîn, durûtiya hêzên cîhanê û qanûnên wan ên têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên qedexekirî li hemberî gelên herêmê rexne kirin.

Piştre  rapora rewşa yekitiyê û xebatên wê yên salekê hatin xwendin.

Beşdaran rewşa rêxistinên ya 4 şaxên yekitiyê; Qamişlo, Hesekê, Dêrikê û Serêkaniyê nirxandin û hin xalên li ser xebatên parêzeran û yekitiyê rexne kirin û ji bo derbaskirina  kêmasiyan pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha rêziknameya yekitiyê ku ji 86 madeyan pêk tê hate nîqaşkirin û  komîteyek ji 11 endamên yekitiyê hate avakirin da ku di nav 30 rojî de li gorî pêşniyarên ku derketine pêş guhertin di rêziknameyê de werin çêkirin.

Di kongreyê de pîvanên pîşeyî,"projeya qanûna rêxistinkirina pîşeya parêzeran" ku ji 51 madeyan pêk tê û di 2018’an de hate derxistin hate nîqaşkirin.

Her wiha rêgezên bingehîn ên parêzeran ku ji 51 bendan pêk tên hatin xwendin. Tê de erk û mafên parêzer, têkiliya wî/ê bi sazî û meclisên edaleta civakî re, têkiliya bi xwediyên kar, têkilî  re û hevkariya di navbera parêzeran bi xwe de hebûn û hatin nîqaşkirin.

Beşdaran jî pêşniyar û nêrînên xwe li ser pergal û bingehên hiqûqî ji dîwana kongreyê re pêşkêş kirin. Piştre bi awayekî demokratîk dengdayîn li ser wan çêbû.

Ji bo hilbijartina Desteya Rêveber a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê, dîwanek ji 7 endaman pêk tê da ku çavdêriya hilbijartinê bike.

Di encamê hilbijartin û hejmartina dengan de, parêzer Semîr Şêxê, Nesrîn Osman, Ciwan Mihemed, Hesen Misto, Hemze Melkî, Heyfa Hesen û Danyel Osman bûn endamên Desteya Rêveber a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê. Di civînê yekemîn a yekitiyê de wê ji 7 endamên Desteya Rêveber hevserok werin hilbijartin.

(fr)

ANHA