Lêkolînerekî Kurd: Fikrên Ocalan komplo pûç kir û doza wî durûtiya navneteweyî teşhîr kir

Lêkolînerê Kurd Ehmed Şêxo destnîşan kir ku ruxmî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û PKK'ê, lê belê zexma têkoşînê ranewestiya. Şêxo diyar kir ku vê komployê û kiryarên ku li dû xwe hiştiye, hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike û durûtî û dualîbûna pîvanên civata navneteweyî teşhîr dike.

Lêkolînerekî Kurd: Fikrên Ocalan komplo pûç kir û doza wî durûtiya navneteweyî teşhîr kir
15 cotmeh, 2022   06:27
QAHÎRE – MUHSIN EL MESIRÎ

Beriya zêdetirî 24 salan gelek dezgehên îstixbarata navneteweyî û herêmî, tevî nakokiyên siyasî yên di navbera welatên wan de jî li hev kirin ku yek ji mezintirîn revandinên siyasî di dîroka NATO'yê de pêk bînin. Ji bo razîkirina dewleta Tirk, rêber Abdullah Ocalan hedef girtin.

Komplogeran bi hedefgirtina rêber Ocalan hizirîn ku ew ê bi vî awayî pêşî li belavbûna fikirên wî bigirin. Lê piştî ev qas sal, tevî ku rêber Ocalan li cem dewleta Tirk a dagirker dîlgirtî ye, rastî û bûyeran têkçûna vê komployê û binkeftina plana wê ya qirêj îspat kir.

TEVÎ KOMPLOYÊ JÎ ZEXMA TÊKOŞÎN MEZINTIR BÛ

Lêkolînerê Kurd Ehmed Şêxo diyar kir ku komploya li dijî rêber Ocalan ji aliyê sîstema hegemonyaya cîhanê û bi hevkariya gelek netewedewletan pêk hatiye, ew jî piştî hilbijartina rêber Ocalan a xweparastina bi gelên herêmê re û esagirtina çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya proseya veguhertina demokratîk û avakirina demokrasiyê de ji bo herêmê, gelan û welatên wê, pêk hat.

Ehmed Şêxo têkildarî mijarê her wiha got: "Tevî komploya navneteweyî û şaxên wê yên ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û tevî hebûna navneteweyî û herêmî û hin hêzên Kurd ku tê de cih girtine, her wiha tevî girtina rêber Ocalan û hewldana lawazkirina tevgera demokratîk a Kurd û xistina PKK'ê di lîsteya terorê de, lê belê zexma têkoşîna Kurdan mezintir bû û fikrên rêber Ocalan bi awayekî zêde belav bûn. Her wiha ji ber xwendin û nêzîkatiya serkeftî ya rêbertî û di encama israra gelê Kurd a di azadî, têkoşîn, berxwedan û xwedîderketina li rêber û mafên xwe de, hêza Partiya Karkerên Kurdistan zêdetir bû."

Şêxo diyar kir ku rêber Ocalan û fikr û pêşniyarên xwe yên wekî Konfederalîzma Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Xweser ku girêdayî civaka demokratîk, azadiya jinê, şoreşa ekolojiyê û biratiya gelan e, bû yek ji rê, rêbaz û pêşinyarên çareseriyê yên herî girîng ji bo herêm, cîhanê û hemû dozan.

Şêxo dibêje ku rêber Ocalan û gelê Kurd pê re di asteke mezin de komplo têk birin ku îro civaka demokratîk û jina azad ji destkeftiyên herî sereke ne, ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo gelên herêm û cîhanê."

BINPÊKIRINA HEMÛ QANÛN Û PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ

Lêkolîner Ehmed Şêxo revandina rêber Ocalan a ku di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hatiye û nêzî 40 dewlet beşdarê bûne wiha wesif kir: "Ew korsanî û komployeke navneteweyî ya li derveyî hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ye. Rêber Ocalan ku radestî Tirkiyê hat kirin û bi tena serê xwe li girava Îmraliyê hat bicihkirin, di rewşeke ku qanûnên mirovî û heta maf û destûra Tirkiyê bi xwe jî derbas dike."

Ehmed Şêxo wiha dom kir: "Hikumet, rêxistin û saziyên navneteweyî yên cuda,  di mijara mafên mirovan û qanûna û edaletê re wekî tiştekî sabît ku divê her demê û li her cihê biparêzin nêzîk nabin, lê belê ew mijareke qismî ye, li gorî berjewendiyên her welat û desthilatdariyekê li ber çavan girtin, dîtin, reftarên cuda û bikarnaîna siyasî tê girtina dest."

Ehmed Şêxo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sîstema hegemonyaya cîhanî ya heyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û NATO'yê, mînaka herî eşkere ya pîvan, prensîb û helwestên dualî yên di derbarê mafan de ye. Em dibînin ku ew piştgiriya xwe ji rejîmên zalim, zordar û gendel re radigihîne û bi her awayî piştgiriya wan dikin. Wek rejîma Tirkiyê û yên din ku qirkirina komî û etnîkî li dijî Kurdan û gelên herêmê pêk tînin û maf û azadiyan binpê dikin. Her wiha di siyaset, ewlehî û aboriyê de pê re hevpar e. Ji ber ku ew rejîmên faşîst û yekalî di çarçoveya xwe de dimeşin û amûrên xwe yên dixin meriyetê li herêmê temsîl dikin. Lê dijminatî û dirûşmeyên demokrasî, maf û binpêkirinan bi civak, gel û welatên ku li dijî siyaseta wê ne belav dike. Piraniya welatên Yekitiya Ewropayê, Rûsya, Çîn, Brîtanya û yên din vê yekê didin meşandin."

DEZGEH Û RÊXİSTİNÊN NAVNETEWEYÎ XİZMETA BERJEWENDİYÊN NAVNETEWEYÎ Û AJANDAYÊN OTORÎTER DİKİN

Şêxo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Neteweyên Yekbûyî û saziyên hiqûqî yên girêdayî wê û rêxistinên mafên mirovan ên ku li cîhanê bi awayekî berfireh belav bûne, nîşaneke din a siyaseta welatan û hegemonyaya cîhanî ya kapîtalîst e ku zêde ji rêgezên xwe dûr nakevin. Di pêkanîna siyaset û ajandayên xwe de, mirov dikare wan weke hêzên nerm ên pergala hegemonyaya cîhanî û pêvekên wan ên herêmî bi nav bike.

Lêkolîner Ehmed Şêxo her wiha bal kişand ser wê yekê ku tevî bangên domdar ên parêzerê rêber Ocalan ên ji Wezareta Edlê ya Tirkiyê, dadgehên Tirkiyê, dezgehên pêwendîdar, rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan yên navneteweyî yên wek Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), her wiha bi çalakiyên curbecur ên girseyên Kurdistanî û dostên wan, azadîxwazên cîhanê, bi taybetî jî kampanyaya "Dem Dema Azadiya Rêber Ocalan e", lê nêzîkatiya hiqûqî ya navneteweyî û nêzîkatiya rêxistin û saziyên pêwendîdar jî neguheriye ku ev yek bi tevahî durûtiya li ser mijara Rêber Ocalan û gelê Kurd nîşan dide.

Şêxo wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev nêzîkatiya neyînî vediger lêveger û girêdana van rêxistin û saziyên ku ji aliyê siyasî, berjewendiyên navneteweyî û ajandayên desthilatdar-dewlet û berjewendiyên wan ve tên birêvebirin. Ev sazî û rêxistin ne tenê bi nêzîkatî, aliyên qanûnî û hiqûqî û bêdengiya ku li qada herêmî û navneteweyî ya li hember doza rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd heye, tên birêvebirin. Lê belê, ji bo berjewendî û berjewendiyên siyasî û aborî yên bi dewleta Tirk a dagirker re, domandina fikaran û îmkana bikaranîna pirsgirêka Kurd wek kart dema ku pêwîst be ji bo berjewendiyên hegemonyaya cîhanî yên li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn."

ÇARESERÎ GIRÊDAYÎ RÊBER OCALAN E

Şêxo her wiha diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û bidestxistina aramiya li Kurdistan û herêmê girêdayî helwesta rêber Ocalan û azadiya wî ye, ji ber ku ew wek nûnerê sereke yê çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd e ku bandor û hesasiyeta wî ya li ser neteweya Kurd û gelên herêmê heye. Her wiha hebûna fikir û felsefeya wî û karîna wî ya ji bo dabînkirin û avakirina îmkanên guhertina demokratîk û avakirina demokrasiyê.

Lêkolîner Ehmed Şêxo destnîşan kir ku mafê hêviyê ji bo rêbertî ku Tirkiye hewl dide pêşî lê bigire, pêşîgirtina li şansê dawî yê pêkanîna aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka gelê Kurd e û divê cîhana azad û hemû gel û welatên cîhanê vê zanibin. Şêxo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê Ocalan û gelê Kurd e ku azad bin û tevkariyê li avakirina jiyana azad a xwe û yên din bikin. Tişta ku parêzeran di hefteya dawî de li welatên erebî û li cîhanê nîşan dan, beşeke ji xebata civakî û gelêrî ya mirovên azad ên cîhanê ye ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û piştgirîkirina doza Kurd û edaleta wê dixebitin.”

(hs)

ANHA