Cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi gundê wê ve hate şandin

Cenazeyê Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin, ber bi gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ve hate şandin.

Cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi gundê wê ve hate şandin
13 cotmeh, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê de li ber mala xwe di encama êrişa çekdarî de hatibû qetilkirin. Otopsiya cenazeyê Akarsel li Naxweşxaneya Bajêr a Konyayê temam bû.

Xizmên  Nagîhan Akarsel cenaze wergirtin û ji bo veşartinê birin gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê.

Tê payin ku cenazeyê Akarsel saet di 14:30'î de li gorî dema herêmê bigihêje gund.