​​​​​​​Xerîb Hiso: Komploya Navneteweyî bi ser neket lê dê xeta sêyemîn bi ser bikeve

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso piştrast kir ku hêzên komploger armancên xwe yên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk neanîne û got “Hêzên xeta sêyemîn û birêxistinbûna civakê esas girtine, dê bi ser bikevin.”

​​​​​​​Xerîb Hiso: Komploya Navneteweyî bi ser neket lê dê xeta sêyemîn bi ser bikeve
12 cotmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR- EHMED ESAF

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, piştî ku rêber Ocalan ji Sûriyê derket di 9`ê Cotmehê de dest pê kir, piştre li balafirgeha Naîrobî ya Kenyayê hat revandin û radestî îstixbarata dewleta Tirk hat kirin.

Ev komplo ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Îsraîlê ve hat organîzekirin, her wiha Rûsya, Ewropa û Tirkiye beşdar bûn. Rola Misir û Sûriye jî tê de hebû. Van dewletan rolên îstixbaratî û siyasî lîst.

Rêber Ocalan 24 sal e li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û nahêlin ku bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Têkildarî mijarê, ajansa me bi hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso re hevpeyvînek çêkir.

Di ser destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan re 24 sal derbas bûn. Hûn vê komployê ku hêzên navneteweyî û herêmî beşdar bûne û di encamê de rêber Ocalan hat revandin û dîlgirtin, çawa dinirxînin?

Destpêkê vê Komploya Navneteweyî ya li dijî kesayeta rêber Abdullah Ocalan şermezar dikim. Asta vê komployê mezin e û tevlihev e. Çima komplo kirin? Çima ev qas dewlet beşdar bûn? Dibe ku hinek ji van pirsan şoq bimînin, lê belê sîstemên desthilatdar herêma Rojhilata Navîn girêdayî xwe dibînin û divê ji aliyên siyasî, aborî û leşkerî de her tim di bin serweriya wan de be.

Berê du serî hebûn. Yek sosyalîst ku bi Warsaw dihat nasîn, yek jî amerîkî bi NATO`yê dihat nasîn. Bi hilweşandina Warsawê re, NATO`yê bi serkêşiya Amerîkayê serweriya herêmê dike. Da ku ev hêz bên xurtkirin û dest deynin ser îradeya gelên Rojhilata Navîn, piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetan zehmetî kişandin.

Ev astengî bûne bendek li hember destwerdanên derve li ser herêmê, mîna hebûna şoreşekê di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de ku bi fikr û felsefeya wî îradeya nû ya li ser esasê hemû çandên herêmê, bi rêya şoreşekê ku rêgez û pîvanên şoreşgerî û civakî ava dibe, mayînde bûn.

Dewletên kapîtalîst tev gerîn, her wiha hêzên kapîtalîzmê yên hegemonyaya xwe li ser herêmê dikin bi navê dewleta Tirk a faşîst tev gerîn, da ku vê şoreşê, pîvan, çandan têk bibin û hemû civakên ji bo vîna xwe tê dikoşin, têk bibin.

Ev hêz gelek caran li hev kom bûn û ji rojên destpêkê yên şoreşa rizgariya nîştimanî ya Kurdistanê ve; ji dema gavên destpêkê ku rêber Ocalan komeke îdeolojîk ji bo avakirina civakeke demokratîk ku hemû çandan li hev kom dike, bi rûmet û vîna azad bijîn, destek da û li kêleka faşîzma Tirk sekinî. Ev hemû dewlet li kêleka dewleta Tirk sekinîn ji ber ku di NATO’yê de ye. Dewleta Tirk her tim li ser Ereb, Kurd, Yewnan û Ermenan gilîdar e.

Zîhniyeta faşîst a li Tirkiyê, zîhniyeta Osmanî, zîhniyeta serjêkirin, komkujî, kîn û nefreta li dijî gelan e. Diyar e dewletên NATO’yê van têgîn û zîhniyetê ji bo berjewnediyên xwe bi kar tînin, bi wê re destek da faşîsta Tirk û hikumetên li Tirkiyê, da ku vîna gelan bi rêya lidarxistina vê Komploya Navneteweyî bi ser nekeve.

Komplo ne ji 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, lê belê ji 1996’an de dest pê kir û di wê demê de bi rêya teqîna erebeyeke bombebarkirî rêber Ocalan hedef bigirin. Li Lubnanê bi sedema zextên li ser tevgerê û li ser kesayeta rêber Ocalan, berê xwe da Rojhilata Navîn û ji destpêkê ve berî wî ne li rojava bû ber bi rojhilat ve bû. Anku civaka were avakirin û çand were komkirin da ku ji siyaseta înkarê were rizgarkirin.

Bingeha çi şoreşekê ji herêma Rojhilata Navîn e û dema rêber Ocalan berê xwe da herêmê, hêviyek da hemû civakan û bandoreke mezin li hemû herêmê kir. Ji lew re van dewletan dît serdegirtin û derbaskirina li herêmê zehmet e û dê siyasetên wan hemû bi bin bikevin ger bendên (fikrên rêber Ocalan) ranekirin û şoreş têk nebirin.

Felsefe û helwestên exlaqî yên rêber Ocalan mertaleke bihêz a parastina çand û civakên li herêmê ne, ji lew re dewletan ev komplo pêk anî, serdanên gerok û dîplomasî pêk anîn. Di encama van tevger û gerên dîplomasî de kirayeke ji bo amadekirina plana komployê de pêk anî, lê belê li dijî kê tu kesî nizanî.

Ev komplo, piştî tirkan ragihand ku dê Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibin eşkere bû û rêber Ocalan ji dewletên herêmê zindî xwest, çi ji Sûriyê yan jî ji Lubnanê be. Ev daxuyanî û gefên ji hêla desthilatên faşîst ên dewleta Tirk ji dewletên cîran re qerabalixeke mezin pêk anî û mask ji gelek dewletên ku rola siyasî di kiryara "hakera navneteweyî" de lîstine eşkere kir.

Dema rêber Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê derket, bi vîn, pîvan û nirxê xwe yê mirovî derket û ber bi rojava ve bû a ku aştî û demokrasiyê bibîne û li çareyên bingehîn bigire ku dozên bigirêk ên li herêmê, di serî de doza Kurd çareser bike.

Gelo piştî derbasbûna 24 salan di ser revandina rêber Ocalan re, dewletên komploger armancên xwe pêk anîn?

Ev dewletên komploger negihîştin armancên xwe. Kurd dijîn û pradîgmaya rêber Ocalan bandoreke mezin li cîhanê kir. Hemû pêkhate û çand li derdora felsfeya wî civîn, li kêlek wê jî rêxistinên hiqûqî, demokrat, tevgerên çepgir, rêxistinên civaka sivîl, azadîxwaz, şoreşgerên li cîhanê û civakên xwedê nirxên exlaqî. Ev nîşane ye ku komplo negihîşt encamên xwe.

Rêber Ocalan girtîgeha xwe kir navendeke zanist, çand û exlaqê ji bo azadiya civak, jin û ciwanan. Rêber Ocalan ji 24 salan ve ragirtî ye, lê belê berxwedana wî ji berxwedanên herî bi hêz li cîhanê ye, ew yekane li cîhanê di cîhanê de li ber xwe dide. Ji bilî vîn û cesaretê li gel wî tune ye. Di oxira azadiya gelan û herêmê de û ji bo têkbirina teror û rejîmên desthilat ên hegemon ku hewl didin hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bikin tê dikoşe û li ber xwe dide. Ev berxwedana rêber Ocalan a di girtîgehê de bi xwe destkeftiyeke mezin li hember vê komployê ye.

Gelek serokên cîhanê li ser vê komployê bi torên xwe yên îstîxbaratî ve li dijî rêber Ocalan ku nûnertiya vîna gelan dike, li hev kir. Ger em li dewletên ku ev komplo pêk anîne binêrin, em ê bibînin ku rejîmên dîktator veguherîn hikumetên şer. Îor şerekî giştî li ser asta cîhanê pêk tînin û di krîzeke hundirin û dijberiyê de dijîn.

Berjewendiyên van dewletên hevbeş ber bi ku ve birin? Ger em li gelên herêmê û felsefeya rêber Ocalan ku piştî 24 salan di dîlgirtinê de ye binêrin em ê bibînin ku gelek alî hin banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin, ji ber projeya wî serkeftî ye û di cewherê de aştî, biratî û demokrasî heye ku tevahî pirsgirêk û astengiyên li herêmê çareser dike. Aştî û demokrasî li van dewletan tune ye.

Aştî di Îmraliyê de ye. Serbestberdana rêber Ocalan tê wateya vekirina kanalên nû ji bo aştî û demokrasiyê di kesayeta rêber Ocalan de û dê bi wê re hemû gel sûdê wergirin. Bi wê re bi diyalogê aştî pêk tê, têkilî û peyman ji aştî, ewlehî û îstîqrarê dest pê dike. Lê belê mixabin ev dewlet hîna dibînin ku dikarin her tiştî bikin.

Ger em rewşa herêmê hinekî binirxînin, Îranê serweriya li welat ji ber çewisandina wê ji jin û gelan re ji dest daye. Jin vê şoreşê bi rêya felsefeya rêber Ocalan bi rê ve dibin û rola pêşeng di şoreşên Rojhilata Navîn de pêk tînin. Ev taybetmendiyeke baş e. Komplo ji vir ve têk diçe, ji hev dikeve û bi dawî dibe.

Li beramberê şerên dijwar hene. Felseeya ku xeta sêyemîn bi rêya lidarxistina civak û çandan di çarçoveya pîvanên şerê gel ê şoreşgerî û rola jinên pêşeng de pêk hatiye, garantiya rasteqîn a gihandina ber bi serkeftinê ye.

Armanca siyaseta li dijî rêber Ocalan di Îmraliyê de ku xwe dispêre tecrîda girankirî, qedexeya malbat û parêzerên wî ya hevdîtinê çi ye?

Komplo derqanûnî û derveyî hiqûqê ye. Dema rêber Ocalan hate girtin, jineke temenmezin a biyanî ku girêdayî CPT’yê ye ew pêşwaz kir û ew agahdar kir ku dê (Rêbertî) di bin çavdêriya wan de be. Lê îro û piştî 24 salan li ser dîlgirtina rêber Ocalan re derbas bû tecrîdê giran dikin û tu serdan jî tune ne, gelo ev jin li ku ye? Ka exlaq û qanûna CPT’yê? Çi ragirtiyek di girtîgehê de deriyên serdan û hevdîtina parêzeran jê re vekirî dimîne. Lê mixabin dewleta Tirk ji aliyê qanûnî ve kontrol dike û di aliyê exlaqê de civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ku bi erkên xwe yên exlaqî ranabin, kontrol dikin.

Dewleta Tirk tecrîdê li dijî rêber Ocalan ferz dikin, ew di girtîgehê de ye û pêkanîna mafên wî yên medenî qedexe dikin. Armanc ji wê yekê têkilî werin qutkirin û dengê rêber Ocalan negihîne civak û çandan. Bi vê siyaseta qirêj dixwazin serî ji gewde bikin. Dewlet aTirk vê yekê bi tenê nake, lê belê dewlet di vê siyasetan de destekê didinê.

Di rojên dawî de cezayên dîsplînê ferz dikin, çima van cezayan ferz dikin? Hemû civak banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û serbestberdana wî dixwazin. Li gorî qanûna mafê hêviyê, piştî 25  salan ji ragirtinê, divê serbest were berdan. Lê dewleta Tirk bi hinceta ev qanûn giştî nagire nava xwe, cezayên dîsplînê li ser ferz dikin.

Rêber Ocalan, di encama reva rêxistinên NY’yê û civata navneteweyî ji erkên xwe yên exlaqî li hember mafên microvan û li hember rêberekî nûnertiya pêşengî û vîna şoreşa gelan dike, ewqas sal di girtîgehê de derbas dike. Ev komplo îsbat kir ku dewletên beşdarî vê komployê bûne ne girêdayî qanûnê ne, lê belê qanûnên welatê xwe derbas kirin ku xizmeta faşîsta Tirk bikin. Ev bi xwe sûcekî dîrokî ye û divê sûcdar werin cezakirin. Dê hemû temenê bidin.

Di dirêjahiya 24 salan de hewl da komployan li Îmraliyê bikin û gelek caran hewl dan wî sûîqast bikin, nahêlin malbat pê re bicivin. Hewl da jehrê bidin wî. Ev siyaseta dualî yên civata navneteweyî û faşîsta Tirkiyê ne.  

Di oxira parastina rêber Ocalan, parastina felsefe û nirxên exlaqî de bi dehan, lê bel bi sedan xort û ciwanan di dema girtina rêber Ocalan de agir berdan canê xwe. Xwepêşandan û protesto li tevahî kolan û welatên Ewropayê li dar ketin. Heta wê demê Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Madeleine Albright neçar ma ku bibêje ew nizanin hemû cîhanê li pişt Abdullah Ocalan e.

Ruxmî tecrîd û rewşên tund ên li girava Îmraliyê, çawa rêber Ocalan girtîgeha xwe veguherand cihê bandorê ku hemû bangewazên azadiyê yên li cîhanê li dora xwe kom bike?

Rêber Ocalan pir bi aram e û nêrînên wî yên stratejî xurt in û di analîzkirina derdorê de bihêz e û bi komployan bandor nabe.

Komploya Navneteweyî di siyaset û armancên xwe de bi ser neket. Yê yekane gihaştiye armancên xwe, ruxmî tecrîdê û qedexekirina serdanan, rêbre Ocalan bi ser ket û destkeftiyên dîrok û civakî ji hemû civakan re pêk anî.

Dewleta Tirk îro di rewşeke tevgav a siyasî, aborî û civakî de ye, gelo çareya derketina dewleta Tirk ji vê krîzê ku Erdogan ew xistiyê, çi ye û rola rêber Ocalan di çareserkirina aştiyê de çi ye?

Dewleta Tirk ber bi hilweşîn û binkeftinê ve diçe, duh Sûriyê û îro Îranê e, dê sibe dewleta Tirk be. Ji lew re demokrasî û azadî ji rêber Ocalan de dest pê dike. Dewleta Tirk û hemû dewlet dizanin ku ger dewleta Tirk rewş derfet girtin, guhartin demokratîk pêk anîn û bi rêber Ocalan re diyalog kir, dê yekemîn sûdê ji azadiya rêber Ocalan bigire, pêkhateyên li Tirkiyê û dê ber bi azadî û demokrasiyê ve biçin û xwe ji vê kabosê rizgar bike.

Li Tirkiyê, şovenîst welat ji bo berjewendiyên xwe kontrol dikin, ne ji bo berjewendiyên tevahî pêkhateyên li Tirkiyê. Ev yek barekî li ser civaka Tirkiyê çêdike. Dewleta faşîst serhişk û bi NATO’yê ve girêdayî ye. Dewleta Tirk teror teşwîq kir û destek dayê da ku Kurdan û berxwedana wan têk bibe.

Ji zêdetirî 40 salî ve, şer, nakokî û xwînrijandin li Tirkiyê didome, lê belê tu fermandarekî leheng û cesaret tune ye û li gel wî naskirineke kûr a peydakirina ewlehî û îstîqrarê tune ye. Kesê bigihîne desthilatê beriya faşîstê dibe faşîst.

Di 10 salên borî de dewleta Tirk li ser paşxaneya van şerên ku dawiya çarenûsa wê binkeftin û hilweşîne, xwe wêran kir. dê rêber Ocalan mîna Mandela azad bibe, ji ber hin ji bo wê yekê têkoşîn û berxwedanê dikin. Şerê dewleta Tirk a li hember gerîla, QSD û YBŞ’ê tu sûdê li wê nake, berovajî wê dikeve nava şeran, li hember parastin û xwerizgarkirina ji şeran aciz dibe. Bi rêya Erdogan ku xizmetî civata navneteweyî dike, siyseta durûtî, kîn û nefretê pêk tîne ji aliyên siyasî, leşkerî û dîplomasî ve têk çû. Rêbaza herî guncaw ji bo çareseriya li Tirkiyê serbestberdana rêber Ocalan e, ji ber ew kilîta aştî, biratî û demokrasiyê ye.

(fr)

ANHA