Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Tebqayê ji bo şehîd Nagihan Akarsel hemleya çandina daran li dar xist

Îro Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Tebqayê bi hevkariya Gerînendetiya Jîngehê, ji bo rihê Nagihan Akarsel a çandina daran li kêleka rêya nexweşxaneya Niştîmanî ya li başûrê bajêr, li dar xist.

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Tebqayê ji bo şehîd Nagihan Akarsel hemleya çandina daran li dar xist
11 cotmeh, 2022   14:33
TEBQA

Di hemleyê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, rûspiyên eşîran, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, meclisên leşkerî û Federasyona Birîndarên Şer, beşdar bûn.

Di serî de endama rêveber a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Tebqayê Mariya Îsmaîl wiha axivî: “Mirovê ku ji xwezayê dûr bikeve, ji xwe, ji jinê û ji civakê jî dûr dikeve. Jineolojî zanistek e ku girîngiyê dide xwezayê û çanda parastina wê belav dike.”

Mariya Îsmaîl wiha domand: “Kombûna me ya îro di vî karî de yekitî û hevgirtina me xurttir dike, da ku em bi yek destî hêvî û jiyanê ji bo civakeke demokratîk biçînin.”

Her wiha, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Huda El Ewan wiha anî ziman: “Bi zêdebûna sûcên li dijî jinan li seranserî cîhanê re ku rojane bi hejmarên mezin jin tên kuştin, jinên têkoşer ên tev li Şoreşa Rojava bûne, girîngiyeke mezin dan têkiliya xurt di navbera rizgarkirina ax û rizgarkirina jinan de. Ji vir pêvajoyeke nû di dîroka jinan de dest pê kir, bû têkoşer, şervan, siyasetmedar û pêşeng.”

Huda El Ewan wiha li gotina xwe zêde kir: “Di encama têkoşîna jinên kedkar de, gelek destkeftî di hemû aliyên jiyanê de hatin pêkanîn, ku xebatên xwe yên fikrî û rêxistinî bi pêş xistin û beşeke mezin a jinan dest bi têkoşîna ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe kir.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, hemleya çandina daran li ser rêya nexweşxaneya Niştîmanî ya başûrê bajêr dest pê kir û bi sedan darên cûrbecûr hatin çandin.

Navenda Lêkolînên Jinelojiyê ev hemle diyarî ruhê şehîd Nagîhan Akarsel kir ku di 4`ê Cotmehê de şehîd bûbû.

(mh)

ANHA