Dag û Er dawî li rojiya mirinê anî

Mazlûm Dag û Ebdurehman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne, piştî ku daxwazên wan hate qebûlkirin dawî li rojiya mirinê anî.

Dag û Er dawî li rojiya mirinê anî
11 cotmeh, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mazlûm Dag û Ebdurehman Er ku li Başûrê Kurdistanê di 17'ê Tîrmeha 2019'an de bi îdiaya kuştina endamê MÎT'ê Osman Kose û kesên ji Iraqê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan hatin girtin û cezayê îdamê li wan hate birîn, li hemberî îşkence û binpêkirina mafên mirovan dest bi rojiya mirinê kiribûn. Li gorî agahiyan, piştî ku daxwazên wan hate qebûlkirin dawî li çalakiyê anî.

Endamê Komîteya Piştevaniya bi Mazlûm Dag û Ebdurehman Er apê Ebdurehman Er Necmettîn Er diyar kir ku biraziyê wî û Mazlûm Dag dawî li çalakiya rojiya mirinê anîne.

Necmettîn Er got, "Biraziyê min geriya. Ji min re got, 'Ji ber ku daxwazên me hatin qebûlkirin me dawî li çalakiya rojiya mirinê anîn. Tenduristiya me baş e. Em spasiya her kesî dikin ku di vê pêvajoyê de piştgiriya me kirin'. Em jî bi navê malbatê spasiya her kesî dikin ku di vê pêvajoya zehmet de bi me re hewl dan."