'Pergalên faşîst dê êriş bikin lê projeya neteweya demokratîk dê bi ser keve'

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm berxwedana dîrokî ya gerîla ku xwe dispêre berxwedana li Îmraliyê silav kir û got ev berxwedan, miosgeriya serkeftina projeya neteweya demokratîk li hember pergalên faşîst e.

'Pergalên faşîst dê êriş bikin lê projeya neteweya demokratîk dê bi ser keve'
10 cotmeh, 2022   05:27
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe yên hovane bi çekên giran û qedexekirî û bi beşdariya bi hezaran leşkeran, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê; Avaşîn, Metîna û Zapê didomîne.

Der barê timayên wê û hewldanên dagirkirina herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tunekirina tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û têkbirina berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) de hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm ji ajansa me re wiha axivî: “Berxwedana gerîla hemû planên dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina herêmê têk birin. Dewleta Tirk ji van êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê armanc dike, herêmê kontrol bike ji ber ku baş dizane, gerîla nûnertiya vîna gelê herêmê dike, xeta şoreşê diparêze û gelê herêmê ji wan rizgar dike.”

Ebdurehîm wiha berdewam kir: “Bi rêya çekên kîmawyî, dixwaze gerîla tune bike, paşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike ji Efrînê bigire heta bigihêje Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ew dixwaze tecrubeya Rêveberiya Xweser tune bike, osmaniya nû vejîne. Lê ruxmî wan êrişên wê yên hovane, dîsa planên wê yên firehkirinê bi bin ketin.”

GERÎLA SERKEFTINÊN DÎROKÎ PÊK ANÎN Û SÎNOREK JI DAGIRKERIYA TIRK RE DANÎ

Ebdurehîm bal kişand ser hovîtiya êrişên dagirkeriya Tirk a li ser herêmê û got: “Tevî wê jî berxwedana gerîla li hember wê, bi rêya guhertina rêbazên şer û pêkanîna operasyonên fedayî, serkeftinên dîrokî bi dest xistin.”

Ebdurehîm ev li gotinên xwe zêde kir: “Gerîla ji tevahiya cîhanê re da nîşan ku berxwedan û îradeya wê bêhempa ne û serkeftinên mezin pêk anîn. Ev îradeya xurt jî ji fikrê rêber Ocalan ê di girtîgeha Îmraliyê de û Tevgera Azadiya Kurdistanê derketiye.”

Ebdurehîm destnîşan kir ku rêber Ocalan li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk li ber xwe da û hemû planên dagirkeriya Tirk bi wê berxwedanê têk birin, li ser vê esasê jî gerîla hêza xwe ji berxwedana Îmraliyê wergirt û ev pêşketin pêk anî.

DEWLETA TIRK JI BO PÊKANÎNA ARMANCÊN XWE BERÊ XWE DA HIN PARTIYÊN KURDÎ

Der barê têkçûna dewleta Tirk a dagirker de di pêkanîna armancên xwe de, Ebdurehîm wiha axivî: “Ew ji bo peydakirina şerê birakujiyê berê xwe dide hin partiyên Kurdî da ku di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê de hevkariya wê bikin û bikevin rêya xiyanetê, lê ev plan dê li hember berxwedana gerîla têk biçin.”

TIRKIYÊ TECRUBEYA RÊVEBERIYA XWESER A BISERKETÎ WEK METIRSIYA LI DIJÎ SÎSTEMA XWE DIBÎNE

Ebdurehîm wiha anî ziman: “Hikumeta AKP’ê dê bi hemû rêbazan hewl bide di hilbijartinan dengan bi dest bixe, lê belê baweriya me bi gerîla heye ku ji gelê herêmê re li dijî faşîzma Tirk serkeftinan pêk bînin.”

Ebdurehîm wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên xwe dê di tecrubeya xwe ya demokratîk de bi ser keve. Serkeftina neteweya demokratîk, bidawîkirina dagirkerî û zordestiyê li herêmê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de, hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê, Mihemed Ebdurehîm wiha axivî: “Pergalên faşîst û dagirker bi hemû hêza xwe hewl didin vê tecrubeya serkeftî têk bibin, lê belê hevgirtina pêkhateyên herêmê û baweriya wan bi hêzên xwe û bi gerîla dê van êrişan têk bibe û destkeftiyên wan biparêze; ji ber ku em bi fikrê rêber Ocalan û projeya neteweya demokratîk bawer in.”

(mh)

ANHA