Beşdarên Komxebata Rojhilata Navîn: Fikrê rêber Ocalan ji bo hemû gelan e

Endamên Partiya El Xed ên ku di Komxebata Rojhilata Navîn a Azadiya Rêber Ocalan de beşdar bûn, destnîşan kirin ku fikrê rêber Ocalan banga biratiya di navbera hemû gelan de dike. Wan jî banga azadkirina rêber Ocalan û şikandina tecrîda li ser wî kir.

Beşdarên Komxebata Rojhilata Navîn: Fikrê rêber Ocalan ji bo hemû gelan e
10 cotmeh, 2022   05:41
REQA

Roja şemiyê 8’ê Cotmehê, Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêveberiya Yekitiya Parêzeran û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, li hola Mişwar a Reqayê dest pê kir. Tê de 250 hiqûqnas û siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şamê û Laziqiyê, her wiha siyasetmedarên ji hundirê Sûriyê û dewletên din, beşdar bûn.

Girêdayî mijarê, endamê Nivîsgeha Siyasî û berpirsê Têkiliyên Hundirîn û Derve yê Partiya El Xed Hesan Yazcî, ji ajansa me re wiha axivî: “Em di komxebata ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan nîqaş dike de, beşdar bûn, ji biçûkiya xwe de ez rêzê ji rêber Ocalan re digirim û serkeftinê jê re hêvî dikim.”

Yazcî wiha domand: “Fikrê rêber Ocalan fikrekî mirovî ye ku ne tenê ji bo neteweya wî, lê belê ji bo tevahiya gelên cîhanê ye, ji ber wê jî divê ew azad bibe û tecrîda li ser wî jî were şikandin.”

Yazcî destnîşan kir ku dîlgirtina rêber Ocalan hovîtiya Tirkan dide nîşan û wiha pê de çû: “Ji 600 sal de û heta piştî dîlgirtina rêber Ocalan, Tirkên Osmanî fikrên xwe yên jehrî li hemû dewletên cîhanê belav dikin. Wek em dibînin jî, li Rûsya, Amerîka, Îran û Ewropayê Erdogan nizane siyaseta xwe çawa bi rê ve bibe, lê li dawiyê tenê rastî bi ser dikeve û fikr û pirtûkên rêber Ocalan dê her bimînin, ji ber ku gelek heye ku ji wî hez dike.”

Yazcî bang li Kurdên hundirê Sûriyê û derveyî wê kir ku li ser şopa gotin û perspektîfên rêber Ocalan bimeşin.

Endama Partiya El Xed a Laziqiyê Ebîr Selman jî wiha axivî: “Em îro di bin ezmanê welatekî de ne ku me hemiyan dihewîne, li vir fikrê rewşenbîr Ocalan heye, tiştê ku di pirtûkên wî de hatine pêşkêşkirin dihêlin em rêzê ji hev re bigirin.”

Ebîr Selman destnîşan kir ku wê pirtûkên fîlozof Ocalan xwendine, ji ber ku fikrê wî, mirovî ye û ji bo hemû mirovan e, her wiha got ew ji ber hebûna kesên ku li ser şopa rêber Ocalan dimeşin, kêfxweş e.

Di dawiya axaftina xwe de, Ebîr Selman wiha axivî: “Divê rêber Ocalan were azadkirin û em ji rêxistinên navneteweyî dûr bikevin ji ber ku em niyet û armancên wan nizamin, heta ku em di bin ezmanê welêt de ne pêwîstiya me bi tu rêxistinên navneteweyî tune ye.”

(mh)

ANHA