'Komcivîna Salane ya yekem bo Qurbaniyên li Bakurê Sûriyê' dest pê kir

Beriya çend kêliyan “Komcivîna Salane ya Yekem bo Qurbaniyên li Bakurê Sûriyê” dest pê kir. Komcivîn ji bo nîqaşkirina rewşa mafên mirovan li Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî û mekanîzmayên edaletê yên herêmî û navneteweyî li bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

'Komcivîna Salane ya yekem bo Qurbaniyên li Bakurê Sûriyê' dest pê kir
9 cotmeh, 2022   07:45
QAMIŞLO

Hemwextî salvegera sêyemîn a êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, Komeleya “Hevdestî” ya qurbaniyan bi hevkariya rêxistina “Sûriyayiyên ji bo Rasteqînî û Dadmeniyê” Komcivîna Salane ya Yekem bo Qurbaniyên li Bakurê Sûriyê, li dar xist.

Komcivîn li Hola Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Armanc ew e ku balê bikişînin ser rewşa mafên mirovan li Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî û mekanîzmayên edaletê yên herêmî û navneteweyî nîqaş bikin û ji bo misogerkirina mafên koçber û penaberên bi darê zorê ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de derektine, çareseriyan peyda bikin.

Hiqûqnas, parêzer û nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê, beşdarî komcivînê bûne.

Li gorî komîteya amadekar, di komcivînê de dê li ser “têkbirina hevjiyan û aştiyê li Serêkaniyê û Girê Spî” fîlmek bê pêşandan. Her wiha dê du beşên sereke; (Rewşa mafên mirovan li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî) û (Mekanîzmayên edaletê yên heyî di asta herêmî û navneteweyî de) bên nîqaşkirin.

Beşa yekemîn dê ji aliyê hiqûqnas û berpirsê têkiliyan ê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso û hiqûqnasa ji Efrîna dagirkirî û lêkolînera rêxistina Pêl Sewsen Reşîd, hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed û nivîskar û parêzer Şoreş Derwêş ve were birêvebirin.

Beşa duyemîn jî ji aliyê rojnamevan, atkîvîstê hiqûqî û endamê Meclisa Rêveberiya Platforma Genim û Zeytûn Mihyedîn Îso, hîndekarê navneteweyî yê qada piştevaniyê Ebdulsemî Ebdullah û dadmendê berê û şêwirmendên qanûnê Riyad Elî ve tê birêvebirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komeleya Hevdestî, komeleyeke têkildarî qurbaniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li ser belgekirina hemû binpêkirinên mafên mirovan li Bakur û Rojhilatê Sûryiê dixebite, xwe dispêre delîl, belge û şahidiyan û hewl dide rastiyê eşkere bike, edaletê pêk bîne, hêza qurbaniyan bi pêş bixe, piştevaniyê bidin dozen wan, pê re civakeke ku dawa mafên xwe dike ava bikin.

(cx)

ANHA