Bi saya berxwedana Şengalê Peymana 9`ê Cotmehê bi ser neket

Peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a li dijî Şengalê li hember berxwedana civaka êzidî ya Şengalê, vala hat derxistin. Civata êzidî ev peyman di bin navê qanûnê de li dijî vîn û îradeya êzidiyan li Şengalê bi nav kir.

Bi saya berxwedana Şengalê Peymana 9`ê Cotmehê bi ser neket
9 cotmeh, 2022   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Mistefa Kazimî û hikumeta serwer a li Hewlêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di bin navê birêxistinkirina kar û barên ewlehiyê û rêveberiyê li Şengalê de peymanek li dijî Şengalê îmze kir.

Peyman di heman dîroka destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate ragihandin ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de dest pê kir û heta dîlgirtina rêber Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de. Ji vir diyar dibe ku komploger dixwazin komployê bi rêbazên cuda berdewam bikin. Vê carê civaka êzidî kirin hedef nexasim piştî ku sala 2014`an bi qirkirinê re rû bi rû ma.

Li gorî navaroka peymana ragihandî, ji 3 bendên eşkere pêk tê; ya yekê, avakirina rêveberiyeke hevbeş bi hevkariya hikumeta Federal û Başûrê Kurdistanê. Ya duyem, polîsa hikumeta federal bi hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê sepandina ewlehiyê ye ku li gorî wê 2 hezar û 500 endamên hêzên ewlehiya hundirîn ji herêmê li Şengalê werin belavkirin. Ya sêyem; bi hevkariya her du hikumetan xizmet werin pêşkêşkirin.

Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniya xwe de ku 23`yê Mijdara 2020`an daye, armanca vê peymanê wiha eşkere kir:

1-Têkbirina vîna gelê Êzidî û binxistina hêzên parastina êzidiyan.

2-Girtina êzidiyên ku şerê DAIŞ`ê kirine.

3-Bi rêya operasyonên serdegirtina malan, desteserkirina çekên şêniyên Şengalê ku xwe pê diparêzin.

4-Kontrolkirina rêyên di navbera bajar, gund û navendan de, danîna bendên kontrolkirinê û astengkirina çûn û hatine şêniyan.

5-Girtina sînorên Şengalê û dopêçkirina wê, her wiha bicihkirina komên çekdar ên nenas li herêmê.

6-Bi vê yekê, kesên piştgiriya DAIŞ`ê kirine, bûne sedema revandin, firotin û qetilkirina êzidiyan li Şengalê dîsa vegerînin herêmê.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got: ʹʹPêkanîna bendên vê lihevkirinê, tê wateya pêkanîna fermana 75`an li dijî civaka êzidî ye. Niha Şengal û gelê êzidî di bin navê qanûnê de bi xetereya qirkirinê re rû bi rû maye. Tiştên DAIŞ`ê nekariye bike, Iraq hewl dide di bin navê qanûnê de li dijî êzidiyan pêk bîne.

Ji 9`ê Cotmeha 2020`an ve, êzidî li Şengalê li hember vê peymanê û aliyên wê li ber xwe da. Ruxmî ku hêzên Iraqê û PDK`ê hewl dan derbasî Şengalê bibin lê şengaliyan rê neda wan.

Dewleta Tirk ji vê peymanê ne dûr bû. Ji dema ku nekarî hebûna êzidiyan li Şengalê tune bike Erdogan bi rêya piştgiriya DAIŞ`ê, nesekinî û bi rêya êrişên hewayî gef li Şengalê xwar.

Li rex wê jî dagirkeriya Tirk bi rêya hedefgirtina fermandar û êzidiyan hewl da berxwedan û vîna êzidiyan têk bibe.

Piştî ku Bexda û Hewlêr nekarîn siyasetên wî li Şengalê pêk bînin, Erdogan got: ʹʹDibe ku em di şevekê de ji nişka ve werin."

Piştî çend rojan ji ragihandina peymanê, şaneyeke Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê, rûspiyên Şengalê çûn Bexdayê û bi rayedarên Iraqê re civiyan. Di serdanê de, şandeya Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şêwirmendên wî kir, her wiha bi parlamenterên Iraqê, rayedarên Tevgea Sedr, Esaêb Ehil El Heq û cîgirê Fermandariya Operasyonan a Iraqê re civiyan.

Wek encam, rayedarên Iraqê soz dan ku pirsgirêka Şengalê çareser bikin û rêzê ji vîna êzidiyan re bigirin.

Lê ev soz pêk nehatin, hikumeta Iraqê jî tiştek nekir. Berovajî wê, hêzên xwe yên leşkerî şandin da ku derbasî Şengalê bibin.

Pê ve girêdayî, şandeyeke Heşd El Şabî serdana Şengalê kir û ragihand ku ew bendên peymanê red dikin. 

Di navîna Adara 2021`an de, şandeyeke ewlehiyê ya payebilind a Iraqê serdana Şengalê kir û bi nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê re civiya.

Wê demê serokê Partiya Azadî û Demorkatiyê ya Êzidî (PADÊ) Omer Salih piştî civînê, got wan gelek mijarên girîng û hesas nîqaş kirine,  ya herî girîng rewşa ewlehiyê, rola hêzên Asayîşa Êzîdxanê, vegera penaberan, ji nû ve avakirina Şengalê û kar û xebatên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê.

Salih destnîşan kir ku wan bi hurgulî kar û xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û meclisên wê nîqaş kirin û ji şandeya Iraqê re diyar kirine ku Rêveberiya Xweser li gorî madeya 120 a destûra Iraqê hate avakirin.

Lê dîsa jî sozên ku rayedarên iraqî dane neketin meriyetê, berovajî wê dijminatiya bi êzidiyan re berdewam kir. Di Kanûna 2020`an de, hewl dan hêzên Asayîşa Êzîdxanê hedef bigirin. Lê şêniyên Şengalê li hêzên xwe xwedî derketin û gefên Iraqê paşguh kirin ku daxwaz kirin ku navend bêne valakirin û çek bêne radestkirin.

LI SER DIYARKIRINA QAYIMAQAMÊ ŞENGALÊ LI HEV NEKIR

Ruxmî ku her du aliyên peyman îmze kirine, li ser birêxistina kar û barên rêveberî yên Şengalê li hev kirine, lê di diyarkirina qayimaqamê Şengalê de li hev nekir. Ji ber ku kesê ji bo vê yekê hatibû diyarkirin ji alîgirên PDK`ê bû ku hikumeta Iraqê ew yek bi carekê red kir. Ji ber wê Mihma Xelîl qayimmaqamê berê yê Şengalê li cihê xwe ma ruxmî ku ne li Şengalê ye lê belê li herêmên PDK`ê dimîne.

BERDEWAMKIRINA QIRKIRINAN

Bi binkeftina siyasetên her du hikumetan li Şengalê re û bi saya berxwedana mezin a civaka êzidî, artêşa Iraqê îsrar kir ku li çiyayên Şengalê bi cih bibe. Ji ber wê desteya olî ya êzidiyan a Şengalê daxuyaniyeke tund derxist û tê de destnîşan kir ku kontrolkirina çiyayê Şengalê berdewamkirina qirkirina êzidiyan e.

Di daxuyaniya Desteya Olî de ku Adara 2021`an de  da, hate  gotin: ʹʹEm oldar, ji vê cihê pîroz radigihînin ku em dev ji çiyayê Şengalê bernadim. Heke hikumeta Iraqê di şandina hêzên artêşê de bi îsrar e, em ê bi hemû hêzên xwe li ber xwe bidin.ʹʹ

Dema artêşa Iraqê gelek leşkerên xwe şandina sînorên Şengalê, oldaran ev daxuyanî da.

Di 1`ê Nîsana 2021`an de, artêşa Iraqê gef xwaribû ku dê bikeve Şengalê. Ev dîrok jî muhleta dawiye ji bo ku Asayîşa Êzîdxanê teslîm bibe. Lê şêniyên Şengalê di wê rojê de berê xwe dan çiyayê Şengalê, tam li Çil Mîra kom bûn û li pêşiya artêşa Iraqê bûn mertal.

BINKEFTINA PEYMANÊ VALA HATIN DERXISTIN

Ji ber bendên peymanê pêk nehatin, aliyên wê berê xwe li rêyeke din da û xwestin civaka êzidî ji hundir ve parçe bikin.

Destpêka vê siyasetê, Hazim Tehsîn Beg wekî waliyê Şengalê li şûna bavê wî hilbijartin, bêyî ku li raya giştî ya êzidiyan vegerin.

Ajansa me berê raporek li ser hewldanên belavkirina û parçekirina êzidiyan bi rêya hin kesayetên êzidî da ku van planên pêk bînin, parve kiribû.

Mijara hilbijartina Bavê Şêx li şûna Xirto Îsmaîl ji bo civata êzidî ne hêsan bû. Ji ber ku tevliheviyek di navbera êzidiyên li Şengalê û yên li Şêxanê de çêkir. Helbet ev yek bi lîstokek û plana xwediyên peymanê pêk hat.

Di Nîsana 2021`ê de kesek ji malbata îmaretê derket, agahî li gel wî hebûn ku niyetên hikumeta Iraqê yên hilbijartina wî wekî nûnerê ola êzidiyatî li Iraqê piştrast dike û bi vê yekê nûnerên êzidî dibin 3.

ARTÊŞA IRAQÊ HEWL DIDE DERBAS DIBE, ŞÊNÎ LI HEMBERÊ DISEKININ

20ʹê Nîsana 2021ʹê, artêşa Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zerk ê başûrê rojavayê Şengalê bibe, lê şêniyên herêmê li hemberê sekinî, rê girt û nehişt derbas bibe.

Gundê Gir Zerk gundê yekemîn bû ku li hember DAIŞʹê sekinî, ciwanên wê heta dawî li ber xwe dan. Ji ber vê yekê mijara derbasbûna gund gelek nîşaneyên wê hene ku deriyên sereke yên derbasbûna gundên din ên Şengalê ye. Bi saya berxwedana şêniyan artêşa Iraqê paşde vegeriya.

PDKʹÊ HEWL DIDE DERBASÎ ŞENGALÊ BIBE

Piştî ku artşa Iraqê nikarî derbas bibe, vê carê hêzên PDKʹê hewl dan derbas bibin, lê êzidiyan pêşiya wan girt.

Di dîroka 2ʹê Cotmeha 2021ʹê de, PDKʹê hewl da derbasî Mezara Şerfedaîn bibe, şêniyên Şengalê li deriyên ketina Sinûnê kom bûn û bend ava kirin û rê li ber derbasbûna hêzên PDKʹê girtin.

PDKʹê biryar dabû ku di heman dîrokê de derbasî Şengalê bibe da ku tevliheviyê li wir derxîne, nemaze beriya hilbijartinên parlamantoya Iraqê ku 10ʹê Cotmehê li dar ketin. Di wê demê de namzetekî PADÊ beşdar bû. Ev prartî partiya yekemîn ku nûnertiya êzidiyên li Iraqê dike û destûr ji wezareta hundirîn a Iraqê wergirtiye.

Di navendên hilbijartinên Şengalê de lîstok hatin derxistin, ji nişka ve amûrên elektronîk ên kartan li gelek navendan rawestiyan, li navendan jî gelek êzidî navên xwe negirtin û gelek koçberên li kampan jî di bin zexta PDKʹê de mabûn û nekarîn namzetên xwe hilbijêrin. Di encamê de namzetê PADÊʹê hejmara têr a dengan bi dest nexist û mijar di nava du namzetên PDKʹê de sînordar ma.

Xelkê Şengalê ev kirin wekî beşek ji komployên domdar ên li ser Şengalê bi nav kir.

Di Çileya 2020ʹî de artêşa Iraqê careke din gef li Asayîşa Êzidxanê xwar û êrişî bendeke kontrolê ya nêzî navçeya Sinûnê kir. Asayîşê bersiva da û êriş têk bir.

AMBARGOYA LI SER ŞENGALÊ

Di navîna Adara îsal de, artêşa Iraqê dest bi lêkirina dîwar di navbera sînorê Şengal û Rojava de bi dirêjahiya 250 km û bilindbûna 4 metreyan kir.

Şopdarên rewşa Şengalê lêkirina dîwar wekî bendeke veşartî ya Peymana 9ʹê Cotmehê ya 2020ʹî ya di navbera hikumeta Kazimî û PDKʹê de nirxandin ku bi fermanên dewleta Tirk li dijî îradeya civaka êzidî tên kirin.

Li aliyekî din artêşa Iraqê 10 baregehên leşkerî yên nû li deşta herêma erebî ya nêzî sînor ava kirin da ku gundên Ereban ji yên êzidiyan veqetînin û tevliheviyekê di navbera civakên li wir de çêbikin.

ÊRIŞÊN HEMWEXT LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA Û ŞENGALÊ

Êrişên artêşa Iraqê li hundirî Şengalê ranewestîne. Di 18’ê Nîsana 2022’yan de, an ku piştî rojekê ji destpêkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve artêşa Iraqê êrişeke berfireh bire ser nuqteyên Asayîşa Êzîdxanê û navendên navçeyên Sinûnê û Xanesorê dorpêç kirin. Di encamê de Asayîşê li hember sekinî û şerekî berfireh rû da.

Di 19’ê Nîsanê de, piştî  ku artêşa Iraqê êrişa xwe li dijî Şengalê fireh kir, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bersiva wan da û şerekî dijwar rû da. Di encama bersivdayînê de artêşa Iraqê neçar ma bi paş de vekişe û dorpêça li ser navendan rake. Di 21’ê Nîsan de YBŞʹê bi daxuyaniyekê got: "Êrişên li ser Şengalê bi zexta PDK’ê û dewleta Tirk in û armanca wan koletiyê li ser gelê me ferz bikin û xaka me dagir bikin. Ji 9’ê Comteha 2020’an de em re hewl didin bi Iraqê re çareyên guncaw deynin, ev biryara me ye. Lê ruxmî wê hewl didin êrişî nirx û destkeftiyên me bikin, wê yekê em neçar kirin ku bersiva wan êrişan bidin."

Lê artêşa Iraqê rojekê gef û êrişên xwe ranewestandine û piştî wî sewqiyatên leşkerî yên mezin tevî panzer, topavêj û moşekan birin parêzgeha Şengalê.

Di 30’yê Nîsanê de efserekî payebilind û berpirsên artêşa Iraqê gihaştin Şengalê û nuqteyên leşkerî yên artêşê şopandin.

Di 2ʹyê Gulanê de artêşa Iraqê ji navçeya Sinûnê êrişeke berfireh bire ser Şengalê. Heman demê tevgera helîkopteran li ser herêmê hebûn

Lê hêzên êzidî bersiva wan da, li gel wê artêşê êrişa xwe berfireh kir, topavêj û moşekan anîn navçeya Dugurê ku Şengalê dagir bike.

ʹJÊDERA HEMÛ PIRSGIRÊKÊN LI ŞENGALÊ PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ YEʹ

Di 3’yê Gulanê de, Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê gotibû, jêdera hemû pirsgirêkên Şengalê peymana 9’ê Cotmehê ye û bang li hêzên Iraqê kir ku neyên lîstokên dewleta Tirk û PDK’ê.

Êrişa artêşa Iraqê bi keda berxwedana êzidiyên Şengalê têk çû, lê belê êrişên asîmanî yên balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê nesekinîne.

Ew êriş piştî binketina hikumeta Iraqê û PDK’ê di pêkanîna Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an de zêde bûn, herî dawî di 6’ê Cotmehê de derdora Kampa Serteşt hat hedefgirtin.

Endamê Komîteya Navendî ya Komên Civaka Kurdistanê (KCK) Mistefa Karasu di hevdîtineke televîzyonê ya 30’yê Tebaxa 2021’ê de da zanîn ku êrişên li ser Şengalê encama peymana 9’ê Cotmeha ya navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de pêk tên da ku êzidiyan bi zorê bihêlin peymanê qebûl bikin, wek ku çawa bêjin; yan hûn ê vê peymanê qebûl bikin an jî wê dewleta Tirk we topbaran bike.

Li gel wan hemûyan, Şengal piştî fermana 2014’an ji berî pirî cudatir e. Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî û ewlehî dikarin parastina Şengal û şêniyên wê bikin.

Bersiva herî tund li dijî peymana 9’ê Cotmehê a vegera koçberên êzidî li warên xwe ye. Li gorî serjimariyên nefermî nêzî 22 malbat di nîvî Îlonê de vegerîn gundên xwe yên li Şengalê.