Ciwanên Rojava: Têkbirina Komploya Navneteweyî armanca me ya yekemîn e

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku armanca wan a bingehîn têkbirina armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Ciwanan got ew yek bi rêya fikrên rêber Ocalan, pêkanîna wan û azadkirina fîzîkî ya rêber Ocalan pêkan e.

Ciwanên Rojava: Têkbirina Komploya Navneteweyî armanca me ya yekemîn e
9 cotmeh, 2022   05:57
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÎ

Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî êrişên fîzîkî û derûnî ku ji 24 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de li dijî wî pêk tên, li ber xwe dide, bi taybet piştî Komplya Navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de pêk hatiye û di 15’ê Sibata 1999’an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi beşdariya zêdetirî 50 dewletan hate revandin.

Kurd li kêleka rêber Ocalan li dijî Komplya Navneteweyî ku vîn û hebûna gelê Kurdistanê hedef digire, bi taybet ciwan ku rêber Ocalan bi hêza dînamîk a civakê bi nav dike, li ber xwe dide.

‛PÊŞÎLÊGIRTINA PÊKANÎNA ARMANCÊN KOMPLOYÊ’

Ji dema revandina rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî ve, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê gelek hemle li tevahî Kurdistanê li dijî vê komployê dest pê kirin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir. Endamên ciwanên şoreşger da zanîn ku kûrkirina di fikir û felsefeya rêber Ocalan û pêkanîna wê li ser erdê de bersiva guncaw li dijî komployê ye.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişloyê Hecî Mihemed diyar kir ku ew amade ne bersiva vê komployê bidin û tevahî armancên wê bi bin bixin û wiha got: "Rêbertî her tim vîna ciwanan di bersivdana li ser hemû planên li dijî gel de pîroz kir, îro jî em amade ne ku li dijî vê Komplya Navneteweyî bisekinin û pêşî li armancên pêkanîna wê bigirin."

Li ser tiştê tên xwestin ku armancên Komplya Navneteweyî werin bibinxistin û li dijî wê were sekinandin, Mihemed wiha domand: "Ciwan hêza dînamîk in ku dê bersivê di demeke guncaw de bidin komployan. Ew hêz dê serkeftina şoreşê bîne. Ji lew re kûrkirina di fikir û felsfeya rêber Ocalan de û xwepêşxistin dê bibe bersiva guncaw li dijî vê komployê."

Hecî Mihemed bang li tevahî ciwanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn kir ku li dora rêber Ocalan bicivin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî û belavkirian felsefeya wî bi awayekî berfireh tê bikoşin û wiha pê de çû: "Ka em fikir û perspektîfên rêber Ocalan li ser erdê pêk bînin. Têkoşîna Tevgera Azadiyê bi ciwanan dest pê kir û em ê bi hêz û vîna ciwanan bi ser bikevin."

‛KOMPLO LI DIJÎ AZADIYA KURD Û KURDISTANÊ YE’

Ciwanê bi navê Macid Mihemed ê ji Efrîna dagirkirî bal kişand ser armancên Komplya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û wiha got: "Vê komployê, azadiya Kurd û Kurdistanê bi giştî di şexsê rêber Ocalan de hedef girt. Ev komplo li dijî gel bi tevahî ye, ne tenê li dijî kes, hêz an jî tevgerekê ye."

Macid Mihemed bal kişand ser girîngiya kûrkirina di fikir û felsefeya rêber Ocalan ku bersiva armancên komployê û binkeftina wê bidin û wiha domand: "Divê em xwe li gorî bingeh û pransîbên fikrê rêber Ocalan bi pêş bixin û asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan de bilind bikin ku hemû civak, di serî de azadiya kurdan misoger bikn."

‛TÊKBIRINA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ARMANCÊN YEKEMÎN A CIWANAN E’

Endama Koodînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada da zanîn ku helwesta ciwanan li dijî komployê di vê demê de girîng e û divê asta têkoşînê were bilindkirin ku hemû planên li dijî gelê Kurdistanê têk bibin. Ji ber Komplya Navneteweyî ya di şexsê rêber Ocalan de li dijî hemû kurdan, bi taybet ciwanên li Kurdisatnê ye.

Rîm Dada wiha got: "Bi damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê re rêber Ocalan berpirsiyariyên mezin xistin ser milê ciwanan û pêkanîna wan jî erka her ciwanekî/ê ye."

Rîm Dada diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê de berdewama Komplya Navneteweyî ye û wiha domand: "Dewletên herêmî bi rêya Komplya Navneteweyî nikarîn armancên xwe pêk bianiya. Ji lew re hewl didin niha bi rêya êrişên xwe li dijî Kurdistanê ku doza Kurd neyê çareserkirin, pêk bînin."

‛EM Ê BI FIKRÊN RÊBER OCALAN TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’

Li aliyekî din jî, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tirbesiyê ya Qamişlo Kîwan Kenan îşaret bi armancên çalakiyên ku tevger li herêmê li dar dixin kir û wiha got: "Em bi rêya van çalaliyên li Rojava hewl didin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê, bi taybet dewleta Tirk a dagirker ku hûn nikarin bi rêya plan û komployên xwe me ji rêber Ocalan bi dûr bixin."

Kîwan Kenan pesna rola ciwnan di bersivdana planên dewletên komploger de da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ciwan pêşengên pêşeroja welatê azad in û bi rêya wan dê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û hemû civakê pêk bê. Ji lew re divê armancên Komplya Navneteweyî û rastiya dewletên kapîtalîst ji hemû gelê me re bên nansandin ku bi hev re vê komployê têk bibin. Em ê têkoşîna xwe li ser fikrê rêber Ocalan dewam bikin û serkefitnê li ser wê esasê pêk bînin."

(fr)

ANHA