Li Reqayê Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan dest pê kir

Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan li hola Mişwar a bajarê Reqayê dest pê kir. Komxebat ji hêla Yekitiya Parêzeran û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hate organîzakirin.

Li Reqayê Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan dest pê kir
8 cotmeh, 2022   12:01
REQA

Di komxebatê de, endamên Partiya El Xed ên li Şamê û Laziqiyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), gelek çalakgerên siyasî ji dewletên Misir, Başûrê Afrîkayê, Zanîngeha Silêmaniyê, partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Parêzeran a Reqayê amade bûn.

Di komxebatê de, Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn bixêrhatina hemû beşdaran kir û wiha got: "Em îro vê komxebatê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan pêk hatiye de li dar dixin û dê balê bikişînin ser komployê."

Mihemed Emîn  wiha domand: " Însiyatîa Parastina Rêber Ocalan nîşaneya we ya rêzgirtinê ye ku ji bo rêbertî geşbûyînek e. Ew bi armanca azadiya rêber Ocalan a fîzîkî ya lezgîn e û hesabkirina dewleta Tirk li ser kiryarên wê ye."

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beşîre Cemaledîn wiha got: "Komplo ne tenê li dijî rêber Ocalan bû, lê li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn bi giştî bû. Dewletên beşdarî komployê bûne, hişt doza Kurd bikeve rojevan û biryar da ku kurdan bi tenê bihêlin. Divê hesabxwestineke qanûnî ji bo vê komployê hebe."

Beşîre Cemaledîn wiha domand: "Erdîngariya Rojhilata Navîn ji tevahî aliyan ve yek ji erdnîgariyên girîng e ji ber ku dergûşa şaristaniya mirovan û olan e. Ev dewletên li Rojhilata Navîn hatine ava kirin, piştî danîna bingehên destpêkê yên dewleta Sumer û bi avakirina netewedewletê li dijî dewletên mêtînger re, li ber xwe didin. Bi wê re ne pêkan e çanda Rojhilata Navîn bi zanist û modernîteya Ewropayê were nirxandin. Ronasans encam bû, ev jî ne li gorî Rojhilata Navîn e."

Beşîre Cemaledîn îşaret pê kir ku modernîteya kapîtalîzmê têkiliya xwe bi dîrok û curbecuriyê ve tune ye û got: " Pirsgirêk di modernîteya kapîtalîzm û kapîtalîsteya netewedewletê de ye. Ev sedema rasteqîn a hovîtiya wê ya borî ye. Ji Siberia heta Hindistanê azarên wê hatin kişandin. Pergala netewedewletê Rojhilata Navîn mîna kêrê parçe kir. Şerên li Lubnan, şerê di navbera kurdan û tirkan de û şerê mezhebî li Îranê, gelo ne encamên dewletên kapîtalîstê ne."

Piştre mudaxeleyên bi dîmen hatin pêşandan. Ji wan axaftina Serokê Buroya Serdemê ya li Tirkiyê Mezlûm Dînç e. Dînç got: "Dewletên Ewropa naxwazin pirsgirka kurdî çareser bibe, ji ber vê yekê dewletên rojavayî ketin tevgerê. Rêber Ocalan berê xwe da Yewnanistanê. Armanca rêber Ocalan çareserkirina pirsgirêka Kurd bû. Ji ber wê nehiştin rêber Ocalan tev bigere û dewletên Ewropa jî li dijî wî tevgerîn. Em azadiya fîzîkî ya ramyarê mezin dixwazin."

Di komxebatê de axaftina wezîrê tenduristî û hundirîn ê Iceland Ogmandor Jonasov û endamê Însiyatîfa Navneteweyî ya Parastina Rêber Ocalan hatin pêşandan. Di axaftinan de bal hat kişandin ser van xalan: "Dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hewl dan rêber Ocalan bigirin. Ev roj ji bo kurdan dîrokeke reş e. Tişta hişt ez tev li vê îsniyatîfê bibim, fikrên wî yên girîng û wekheviya di navbera her du zayendan de û tevlêbûna civakî ye ku bû alîkakarê jiyana aştiyane. Em nikarin bi demeke dirêj bendewar bin, em niha banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin."

Serokê Koma Kurd li Afrîkaya ya Başûrê Mehûmd Batîr jî wiha got: "Ev çalakî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk hatin û me îmzeyên ji bo wê yekê kom kirin."

Batîr bal kişand ser siyaseta Erdogan û wiha doman: "Rejîma Erdogan bandoreke neyênî li Sûriyê kir û hincetên wî yên derew parastina ewlehiya neteweyî bûn. Rexneyên navneteweyî ji ber binpêkirina mafên mirovan zêde bûn. Ji ber wê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê şerê di navbera Kurd û tirkan de kêm bike."

Mehmûd Batîr bang li tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku li ser serbestberdana rêber Ocalan û tevahî girtiyên di girtîgehên Îmraliyê de bixebitin û wiha pê de çû: "Em dizanin ku serbestberdana rêber Ocalan, dê bibe sedema sereke ya serketina xebata siyasî û divê bêyê şertan were berdan. Em ji CPT hêvî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku rêber Ocalan serbest berdin."

Seroka Partiya  Çep a Sosyalîst a Misirê Mecde Reşwan jî ev tişt got: "Yekemîn rojnameya kurdî li Misirê derket û ji vir jî girîngiya çepgeran bi doza Kurdî hat. Dewletên komplo li dijî rêber Ocalan pêk anîne îdiayên xwe yên demokrasî û mirovahiyê eşkere kirin."

Mecde Reşwan wiha dawî li gotina xwe anî: "Em banga serbestberdana rêber Ocalan dikin, her wiha bang dikin ku divê hemû pêkhate mafên xwe di azadî û wekheviyê de wergirtin. Şerê li Ukrayna rastiyên Rûsyayê eşkere kirin. Lê sûcên Îsraîl û Amerîka hîna nehatine eşkerekirin. Em bang li komara Misirê ya ERebî dikin ku banga azadiya fîzîkî ya ramyar û fîlozof Abdullah Ocalan bikin."

Komxebat bi axaftinên beşdaran dewam dike. Tê payîn komxebat piştî axaftinan bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA