Kongra Star: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewama Komploya Navneteweyî bû

Kongra Star daxuyand ku êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî dewama Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bûn û banga geşkirina têkoşîna li dijî komploger û dagirkeran li gel û jinan kir.

Kongra Star: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewama Komploya Navneteweyî bû
8 cotmeh, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên li dijî komployê canê feda kiriye, hatin bibîranîn û hate gotin: “24 sal di ser Komploya 9’ê Cotmehê re derbas dibe. Ev komplo ku di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de tevahî civak û vîna azad a jinan û gelê azadîxwaz kir hedef û hevkarên komployê  Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Yewnanistan û hin hêzên herêmî ji bo têkbirina tevgera azadiyê ku bûye hêviya hemû gelên bindest, pêk anî. Ji bo têkbrina vîna jina azad ku bi fikir û felsefeya rêber Apo têkoşîna xwe li beramberî sîstema koledarî, zayendperestî û deshilatdariyê roj bi roj mezin û berfireh dike.

Her wiha êrişa dagirkeriya dewleta Tirk ku li Serêkaniyê, Girê sipî û tevahî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9'ê Cotmeha 2019’an de hate kirin, berdewama Komploya 9'ê Cotmehê ya 1998’an e.”

Îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan û herêmên Kurdustanê jî hate kirin û hate gotin: “Tecrîda girankirî ku li ser rêber Apo tê kirin û hemû pîvanên navneteweyî û hemû maf û hiqûqên bingehîn yên rêxistinên mafên mirovan binpê dike, li beramberî wê bêdengiya heyî ji civaka navneteweyî rastiya vê siyaseta qirêjî û qirker derdixe holê.

Berxwedana gelê me û têkoşîna jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûye hêviya hemû gelên bindest û dê dewam bike.”

Her wiha hate gotin: “Em Komploya Navneteweyî û hemû komplogeran û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Bi ruhê Jiyanan, Zîlanan, Hevrînan, Zehrayan, Zeyneban û yadê Eqîda, Jîna Emînî û  Nagîhanan, em ê tekoşîn û pêla şoreşa jinan bilind bikin.

Em bang li hemû gelê xwe û azadîxwazan, tevahî rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku dakevin qadan û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin û Komploya 9’ê Cotmehê têk bibin û em ê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê bi ronahiya ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi şoreşa jinan, dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk û xiyanetkaran têk bibin.”