Rojnameyên erebî: Bêbandorkirina komên çekdar ji aliyê Sedr ve şikestina meydanî ye

Rojnameyên erebî yên îro derketine, behsa rewşa Iraqê, şandina beşeke din ji çeteyên sûrî ber bi Lîbyayê ve ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û rewşa agirbestê ya li Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Bêbandorkirina komên çekdar ji aliyê Sedr ve şikestina meydanî ye
8 cotmeh, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO SEDR LI BESRAYÊ ‘ÎSKANA JEHRÊ’ VEXWAR?’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsand: "Dema serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr komên xwe yên çekdar li piranî bajarên Iraqê, piştî şerên tund li Besrayê bi milîsên 'Esaib Ehlulheq' re bê bandor kirin, wekî ku îskana jehrê vexwaribe. Lê li gorî nêrîna piraniyan ew cemidandin 'pêşîlêgirtina fitneyan' bû, lê li gorî alîgirên Sedr "şikestina meydanî" ye.

Di du rojên derbasbûyî de rojnameya Şerq El Ewset şahidiya du çalakgerên tevgerê û endamên koma "Saraya El Selam" der barê rewşa meydanî ya li Besrayê de wergirtin û eşkere bû ku ew yek "tolhildana kuştiyan e". Çalakgerekî got cemidandin ne tê wateya çareserkirina krîzê, her wiha hin komên alîgirên Tehranê hîna fatoreyên xwe nedane.

Li gorî çalakgerê tevgerê eşîrên li Besrayê, ji bo tola zarokên xwe yên di pevçûnên hefteyên borî de hatin qetilkirin hilînin, çek li dijî milîsên "Esaib Ehlulheq" rakirin.

Çekdaran bi guleyên hewanan herêma qesrên hikumetê yên li Besrayê ku tê de navenda "Heşdî Şebî" heye, her wiha komên "Esaib Ehlulheq" jî hene, topbaran kirin.

Hin şîroveyên nakok der barê veguherîna pevçûnan bi Esaib Ehlulheq re ji Sedriyan ber eşîran ve hene.

Çavkaniyên nêzî Sedr got destwerdana li krîza Besrayê bi biryara bêbandorkirina Saraya û komên din pêk hat ku bersiva peyamên kesên civakî yên li bajêr aktîf bidin, lê "vemirandina fitneyê" li wir agirê hêrsê di nava alîgiran de pêxist."

‛DEWLETA TIRK DÎSA ÇETEYÊN SÛRÎ DIŞÎNE LÎBYAYÊ’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kiribû ku dîsa dewleta Tirk çeteyên sûrî dişîne Lîbyayê. Dewleta Tirk beşeke din a çekdaran şand herêmên rojavayê Lîbyayê, di nav de jî Terablus. Ev yek li gel krîzeke siyasî û metirsiyên vegera welat li tundiyê, her wiha piştî îmzekirina muzakereya lihevkirinê bi hikumeta Ebdulhemîd Debîbe re li ser enerjiyê pêk hat.

Li gel tevliheviya rewşa ewlehî li welat dewleta Tirk ji nû ve çeteyên sûrî veguhastin Lîbyayê. Her wiha li paytexta Lîbyayê Terablusê û hin herêmên rojava di navbera hêzên alîgirê Ebdulhemîd Debîbe û hêzên alîgirê Fethî Başaxa de pevçûnan rû da.

Enqere piştgiriya xwe ji Hikumeta Yekitiya Nîştimanî re nîşan da û wê jî amadekariyên ji bo qebûlkirina siyaset û destwerdanên dewleta Tirk kirin. Wê yekê mixabîniyek li gel Fethî Başaxa çêkir. Her wiha li gorî raporan, hikumeta bi piştgiriya parlamentoyê hişyarî ji berpirsên tirkan wergirtin ku tu kiryarekî derbasbûna li Terablusê bi hêz pêk neyne.

Çavdêran da zanîn ku biryara jinûve veguhastina çekdarên sûrî girêdayî îmzekirina lihevkirina nû ya têkildarî enerjî û vekolîna li ser petrol û gazê ye.

Dema lihevkirin hate îmzekirin, kesayetên Lîbyayê mîna serokê Meclisa Nûneran biryar red kir. Hêzên derve, mîna Yewnanistanê, ev yek şermezar kir. Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê da zanîn ku ew û hempîşeyê xwe yê Misirî Samih Şukrî hikumeta Terablusê bi "windakirina şerîyetê" wesif kir."

‛ŞOPANDINA HELWESTA HÛSIYAN; AGIRBEST LI BENDA ÇARENÛSÊ YE’

Der barê rewşa Yemenê de rojnameya El Exbar Lubnaniye wiha nivîsand: "Ruxmî çend roj li ser agirbesta mirovî ya li Yemenê derbas bûn, hîna xebata li ser agirbestê li piranî eniyên hundirîn di aktîfê de ye, li gel wê jî navbeynkarên herêmî heta duh ji bo agirbestê têkildar bûn, ji wan jî Qeter û Pakistan. Lê heta niha tu lihevkirineke nû pêk nehatiye. Lê îhtîmalên veger li rageşiyê hene.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyên nêzî tevgera Ensarullah da zanîn ku şerê daxuyaniyan heta dawiyê dewam nake. Gefên Senayê dê rêya xwe ya pêkanîn di demeke nêz de pêk bîne. Ew jî piştî derfeta hewldanên aştiya navneteweyî û herêmê vekir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên çekdar li benda îşareta destpêkirinê ji fermandariya siyasî ne ku şerê gelê Yemenê yê parastinê dewam bikin.  Lê ger xwestinên mirovî hatin redkirin, dê bendên xwedî taybetmendiyên leşkerî lê zêde bibin; mîna êriş û dorpêça giştî bi dawî bibin, hêzên biyanî ji xaka Yemenê vekişin û tawîzên li ser zirarên şer bidin."

(fr)