YRK: Êrişên hewayî yên dagirkeriya Tirk ji 3`ê Cotmehê ve didomin

Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Pênciwîn û Çarta ji 3’ê Cotmehê ve didome. Di êrîşan de ti zirar negihştiye hêzên wan, bax û baxçeyên gelê herêmê zirar dîtine.

YRK: Êrişên hewayî yên dagirkeriya Tirk ji 3`ê Cotmehê ve didomin
8 cotmeh, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya YRK’ê derbarê êrîşên hewayî yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêmên Pênciwîn û Çarta daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;

“Tevgera dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Pênciwîn û Çarta ji 3’yê Cotmehê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de bi êrîşên dagirkeriya Tirkiyê re dagirkeriya Îranê jî ji seranserî sînorê Merîwan, Bane û Serdeştê hêzeke mezin tevî çekên giran li ser sînor bi cih kiriye. Dema ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê digerin, heta ser sînorên Îranê diçin, vedigerin û bi vî rengî bejahiya Pênciwîn û Çartayê bombabaran dikin.  

Di 6-7’ê Cotmehê de bê navber balafira keşfê li ser herêmê geriyaye. 6’ê Cotmehê balafira keşfê û 7’ê mehê jî balafirên şer bejahiya gundê Badane bombebaran kiriye. Di van bombardûmanan de tu zirar negihîştiye hêzên me, lê xisar gihîştiye bax û baxçeyên gelê herêmê. Tevgera dijmin heta niha jî berdewam dike. Em ê piştre agahiya berfireh bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.”