Hedefgirtina çalakvanên Kurd, lawazbûna pergalên serdest nîşan dide-Hêvîdar XALID

Hedefgirtina çalakvanên Kurd, lawazbûna pergalên serdest nîşan dide-Hêvîdar XALID
7 cotmeh, 2022   05:05

Ji Îranê heta Tirkiyê, ji Tirkiyê heta Sûriyê û ji Sûriyeyê heta Başûrê Kurdistanê hedefgirtin û qetilkirina jinan ji aliyê rejîmên zordest û sîstema baviksalarî ve yên rejîma Tirk û Îranê û hevkarên wan didomin ku qirkirina jinan, çewistandina wan bi hemû rêbazan ji xwe re kirine bingeha xurtkirina hebûn û domdariya xwe.

Ev pergala baviksalarî ya heyî ku bi giranî li pey qetilkirina jinan bû, di van demên dawî de binpêkirinên mafên mirovan bi taybetî li dijî jinan û qetilkirina wan zêde kirin. Ji qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî keça bajarê Seqaz ê Rojhilatê Kurdistanê ku bi ruhê xwe yê welatparêziyê tê naskirin, heta hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Zeyneb Mihemed ku dema li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê erka xwe pêk dianî di encama bombebarana artêşa Tirk a li ser wesayîta wê de şehîd bibû û çalakvan, akademîsyen û edîtorê kovara Jineolojî û endamê Navenda Lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bû, hedefkirina jinan bê navber dewam dike. Bi rê û rêbazên herî hovane û dûrî ji nirxên exlaqî û mirovî çalakvanên medenî û mafên mirovan û parêzvanên dozên jinan, ku di vê serdemê de ku behsa maf û azadiyên kesayetî tê kirin, tên hedefkirin û qetilkirin.

Hedefgirtina berxwedêr û kesayetên pêşeng bi zanabûn tê kirin. Armanc jê ew e ku rola wan a girîng a di sekna li hember siyasetên rejîmên çewisandinê de were sînordarkirin û bi vî awayî çalakiyên wan di pêşengî û pêşxistina civakê de û rizgarkirina wê ji lepên paşverûtî û zihniyeta baviksalarî ku her dem tê meşandin, werin sînordarkirin. Her dem hewl dide îradeya azad a jinan û têkoşîna wê têk bibe û bi vî awayî destkeftiyên ku bi dest xistine ji holê rake û ji ber ku jina têkoşer her dem di lêgerîna her tiştê nû de ye û jiyaneke nû diafirîne da ku di nav azadî, aramî û ewlehiyê de bijî, sîstema baviksalarî bi awayên curbecur dixwaze hewldanên wê têk bibe û koka wê ya azadîxwaz ji holê rake.

Hedefgirtin kesên weke aktîvîst û akademîsyena Kurd Nagîhan Akarsel, hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û jina ciwan a Kurd Jîna Emînî kiryarên tirsonek û rêbazên erzan in ku divê berpirsên wê hesab bidin. Divê kujerên mîlîtanên jin ên civakê bêceza nemînin.

Rejîmên ku li ser îrade û jiyana gelan û bi taybetî jinan serdest in, her tim têkoşîna jinên azad ên ku rêya têkoşîn û rêxistinbûyînê ji xwe re esas girtiye, li ser pergala xwe ya mêtinger weke metirsîdar dibînin, lewma hewl didin bi awayekî cuda û rêyên qirêj wê bikujin û û qêrînên wê yên azadîxwaz qut bikin. Lê belê ev hemû siyaset û êrişên tund ên li dijî jinan ku di astên pir bilind de ye, rastî berxwedaneke bêhempa ya jinan hat. Têkoşîna jinan ji êrişan bi hêztir bû.

Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliy rejîma Îranê ve bi hinceta ku porê xwe baş nenixumandiye, me dît ku çawa jinên li çar aliyên cîhanê bi hev re bûn yek, bi hev re bi yek dengî li hember pergala çewisîner a ku jinan, deng û porê wan heram dibîne, dirûşma dîrokî ya “Jin, jiyan, azadî”  bi hemû zimanan berz kirin. Vê dirûşma ku sînorên parzemînan derbas kir, dilê hemû jinan kir yek û rengê berxwedan, îsrara wan û  serînetewandina li ber polîtîkayên qirkirinê yên li dijî ruh, jiyan, laş, ramanê jinan, di jinan de vejand.

Tişta ku bersiva teqez û herî xurt a vê carê ji hev cuda dike, ew e ku li hemberî polîtîkayên çewisandinê ku li ser jinan tên meşandin cuda bû, bi karaktereke şoreşgerî û bi ruhekî bilind bû. Li dijî tundî û qetilkirinê, bi taybetî li herêma Mezitlî ya Mêrsînê di 26`ê Îlona borî de, 2 şervanên Kurd ên Yekîneyên Jinên Azad - Star (YJA-Star) li hember êrişên dewleta Tirk ku bi çekên curbecur heta di qada navneteweyî de jî hatiye qedexekirin, bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî yên bi wan re li dijî îradeya gelê Kurd bi taybet jinên Kurd çalakiyeke fedayî pêk anî û artêşa Tirk a dagirker hejand, tirs û xof xist dilê endamên wê, hesabên wê serûbin kirin. Vê pêvajoyê careke din piştrast kir ku îradeya jina azad, têkoşer û birêxistinkirî ji her cure çekan bi hêztir e ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bi kar tîne.

Baş diyar bû ku ji bo li pêşberî qirkirina li dijî jinên têkoşer bê rawestîn, divê hemû jin li dijî rêbazên mêtingeriyê û li dijî pêkanînên rejîmên mêtinger bi taybet dewleta Tirk û rejîma Îranê ku qanûnên neheq li dijî jinan ferz dikin û jinan bi hincetên pûç dikujin, têkoşînê mezin bikin.

Divê jin bibin yek û rola xwe di civakê de xurttir bikin û teslîmî pergala mêtingeriyê nebin. Divê jin têkoşîna mafên mirovan, sivîl, siyasî û civakî di hemû qadên jiyanê de bilind bikin û hewldanên mezin bikin da ku jiyaneke bi rûmet û ewle ava bikin.

(şx)